Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Ciwan ref bi ref tev li nav refên PKK’ê dibin

Ciwanên ji bakurê Kurdistanê ragihandin ku ew tev li refên PKK'ê bûne û wiha gotin: “Her ciwan divê li ser bingeha gerîlabûnê tev li nava têkoşîna şoreşgerî bibe.”

Navenda Nûçeyan |

Ciwan bi coş û moraleke mezin berê xwe didin nava refên PKK’ê.

Ciwanên ji bakurê Kurdistanê ku yek ji qadên girîng ê têkoşînê ye, bi daxuyaniyekê ragihandin ku tev li nava refên PKK’ê bûne.

Ciwanan diyar kirin ku dê dewleta tirk têk bibin û bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan kirin ku berê xwe bidin çiyayên azad.

Heta dewleta tirk a faşîst bê hilweşandin

Di daxuyaniya ciwanan de wiha hat gotin: “Tecrîda giran a dewleta tirk a faşîst a li ser Rêberê me, êrîşên qirker komkujer ên li ser gelê kurd û êrîşên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê yên li ser gerîlayan, em ciwanên Kurdistanê radigihînin ku tev li nava refên têkoşîna PKK’ê dibin. Heta ku dewleta tirk a faşîst hilweşînin em ê di pêngavên azadiyê yên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şer bikin.”

Di daxuyaniyê de zext û zordariya rejîma AKP-MHP’ê ya li ser gelê kurd hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ew gotina ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re dikin pîvana esasî û wiha hat vegotin: “Li se vê bingehê divê her ciwan bi rengekî xurt tev li nava têkoşîna şoreşgerî bibe. Li ser bingeha gerîlabûnê tev li bibe.

Em radigihînin ku li dora ruhê berxwedanê yê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê yên gerîla de em ê Têkoşîna Şoreşgerî ya Kurdistanê bi ser bixînin, rejîma dewleta tirk a faşîst têk bibin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser bingeha pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li çiyayên Kurdistanê tev li nava refên têkoşîna şoreşgerî ya PKK’ê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar