Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ciwanan ji bo meşa dirêj a Zînî Wertê banga tevlêbûnê kir

Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî aloziya li Zînî Wertê, di 16’ê gulanê de bi dirûşma ‘Em ji bo yekitiya neteweyî dimeşin’ dê ji Ranyayê ber bi Zînî Wertê ve meşeke girseyî li dar bixin. Têkildarî mijarê Rêveberê Rêkxirawa Fîçer Herdî Ehmed û çalakvanên greva birçîbûnê Mervan Menduh Ozdemîr ji ANF’ê re axivîn.

Herdî Ehmed anî ziman ku aloziya li Zînî Wertê piştî ku PDK’ê hêz şandin herêmê derketiye û wiha got: “Ev rewşeke metirsîdar e û nayê qebûlkirin. Em pir baş dizanin ku armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku Başûr dagir bike. Yek ji armancên wê jî ew e ku tekoşîna PKK’ê li her çar parçeyan belav nebe. Aloziya li Zînî Wertê metirsiya şerê navxweyî çê dike. Gelê Başûr dê nehêle şerê navxweyî derkeve. Me weke 105 rêxistinên saziyên sivîl helwesta xwe bi zelalî nîşan da. Divê bi taybet jî ciwanên Başûr xwedî helwesteke zelal bin.”

Bi domdarî jî Herdî diyar kir ku ew dixwazin gel tev li meşa wan bibe û wiha domand: “Peyam û armanca me ew e ku şerê navxweyî dernekeve. Em bi gelê herêmê û navçeyê re axivîn. Di rewşekî metirsîdar de jî em ê dest bi çalakiya mertalên zindî bikin.”

Yek ji berxwedêrê çalakiya greva birçûnê Mervan Menduh Ozdemîr jî der barê mijarê de axivî û wiha bang li gelê Başûr kir: “Bi pêşengiya dewleta tirk a dagirker li Zînî Wertê provakasyonek heye. Bi vê provakasyonê dixwaze pêl bi pêl Başur dagir bike û pêşî li ber yekitiya kurdan bigire. Li dijî vê provakasyonê li her çar parçeyên Kurdistanê, di nava hunermed û rewşenbîran de hesasiyetek heye. Bangawaziya min a ji bo hemû ciwan û jinan ew e ku tev li meşê bibin û pêşî li dagirkirina Kurdistanê bigirin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar