Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanan ji bo ‘têkoşîneke pev re’ bang kir

Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di 22’yê tîrmehê de bi dirûşma ‘bi hev re tev bigere’ kampanyayek da destpêkirin û dê kampanya heya 1’ê Îlonê dewam bike. Wê Meclisa Ciwanan a Edeneyê jî di çarçoveya kampanyayê de hin çalakiyan li dar bixe.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê ji bo xurtkirina kampanyayê bang li ciwanan kirin.

Ferhat Sezgîn anî ziman ku dê bi ciwanan re li hev kom bibin û vê kampanyayê bi rê ve bibin û diyar kir ku ew li herêma Çûkûrovayê li dijî polîtîkayên qirêj ên li hemberî ciwanan li qadan bin.

Sezgîn da zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû ciwanan û anî ziman ku dê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin û wiha got: “Her wiha di çarçoveya kampanyayê de em ê hin çalakiyan li dar bixin. Em ê li gor şert û mercên pandemiyê tev bigerin û li gelek tax û navçeyan şahiyan li dar bixin.”

 Rola ciwanan

Sezgîn bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên ciwanan û ev tişt anî ziman: “Ciwan bi polîtîkayên fuhûş, asîmlasiyon û ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû ne. Bi taybetî jî li dijî ciwanên jin polîtîkayên qirêj hene. Me li dijî van polîtîkayên qirêj kampanyaya ‘bi hev re tev bigere’ da destpêkirin. Armanca me em bi feraseta rêxistinbûyînê li hev kom bibin. Em ê ji bo pirsgirêka betaliyê ya ciwanan jî dakevin qadan û bi hev re çareyan peyda bikin. Em bawer dikin ku dê ciwan di qada siyasetê de jî li dijî faşîzmê bibin muxalefetek xurt. Em ê hewl bidin ciwan di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin. Ciwan, bêyî ku li benda tiştekî bisekinin divê li dijî faşîzmê rola pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.”

Tecrîd

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê Aygun Ozdeş jî diyar kir ku îktîdar herî zêde li ser ciwanan poltîkayên xwe pêk tîne û ji bo pûçkirina van polîtîkayan bal kişand ser bilindkirina têkoşînê. Ozdeş, li dijî taciz, tecawiz, talankirina ekolojiyê, betalî û tecrîdê bang li ciwanan kir ku daxilî nav têkoşînê bibin û wiha got: “Ciwan, divê ji bo fikriyata birêz Ocalan pêk bê li dijî tecrîdê rabe. Ji bo vê jî em bang li ciwanan dikin ku di nav Meclisên Ciwanan ên HDP’ê de xwe birêxistin bikin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar