Çalakiya mertalên zindî ya endamên Komeleya Ciwanên Welatparêz a li dijî dagirkeriya dewleta tirk, kete roja 11’an. Komeke ciwananan jî di çarçoveya çalakiyê de çûn herêma Bradostê
Çalakiya mertalên zindî ku Komeleya Ciwanên Welatparêz bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, di roja 11’emîn de berdewam dike. Îro jî beşeke ji ciwanên mertalên zindî ber bi herêma Bradostê ve bi rê ketin.
Ciwanên ku gihîştin herêma Bradostê, li wir daxuyanî dan çapemeniyê. BRADOST