Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ciwanan li Cizîrê  dest bi têkoşînekê kirin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne.  48 tîmên futbolê tevli vê tûrnûvayê dibe. Lîstikvan Cuneyt Aykût li der mijarê wiha got: “Em vê jehrê û fûhûşê li bajarê xwe naxwazin. Em amade ne ku li dijî vê têbikoşin.”

Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne. Tûrnûvaya futbolê bi şiyara “Girêdayî nebe, azad be” pêk tê û 48 tîmên futbolê tevli bûne. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Huseyîn Kartal diyar kir ku beriya “qedexeya derketina derve” û dagirkeriya qeyûman, şaredariyan ji bo ciwanan ji çand û hunerê heta spor û perwerdeyê gelek derfet afirandibûn. Kartal diyar kir ku piştî “qedexeyê” qeyûman gelek saziyên ciwanan ji holê rakirin, lewma ciwan ber bi meylên şaş ve çûn û wiha got: “Li dijî ciwanan gelek polîtîkayên qirêj hatin meşandin. Me jî li vê herêmê li dijî vê yekê tûrnûvayên futbolê pêk anîn. Armanca me ew e ku qadên ciwanan ên ku qeyûm hewl da vala bike ji nû ve dagirin û li dijî asîmîlasyon û têkbirinê têbikoşin.”

Kartal bal kişand ser astengiyên ku di dema amadekariya tûrnûvayê de rû dan û diyar kir ku polîsan gef li hin tîmên ku xwestin tevlî tûrnûvayê bibin xwarin. Kartal destnîşan kir ku tevî astengiyan hemûyan jî ew tûrnûvaya xwe didomînin û bang li ciwanan kir ku li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên mêtingeriyê tevbigerin.

Lîstikvanê tîmeke beşdar Cuneyt Aykût jî wiha got: “Em vê jehrê û fûhûşê li bajarê xwe naxwazin. Em amade ne ku li dijî vê têbikoşin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar