Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanyaya bi navê ‘Em tiryakê bişikînin û jiyana nû ava bikin’ da destpêkirin. Meclisa Ciwanan ji bo ragihandina kampanyayê li navçeya Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek ciwan beşdar bûn.
Di civînê de beriya daxuyaniya ragihandina kapmanyayê parlamenter Îmam Taşçier li ser armanca ciwanan axivî û bal kişand ser têkoşîn û xebata ciwanan.
Piştre metna kampanyayê hat xwendin. Di metnê de hat destnîşankirin ku ciwan dînamîzma civakê û pêşengên têkoşînê ne û ji ber vê awayî dibin hedefa zextên îktîdarê.
Ciwanan diyar kir ku ji bo ew bi rol û rista xwe rabin û polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan rawestînin ji îro pê ve kampanya li dijî tiryakê, fihûş û dejenekirina ciwanan didin destpêkirin û banga rêxistinbûyînê li ciwanan kirin ku li dijî dejenekirina ciwan û civakê siberoj û jiyana xwe ava bikin. AMED