Ji bo piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, li Wanê komeke ciwana rê ji trafîkê girt
Bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin, komeke ciwanan li Wanê cadeya Maraşê ji trafîkê re girt.
Ciwanan di çalakiyê de posterê hevseroka KCD’ê Leyla Guven vekirin û dirûşma ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ berz kirin.
Demek piştre ciwanan careke din rê li trafîkê vekir û çalakiya xwe bi çepik û fîtikan bi dawî dikir. WAN