Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Ciwanan pêngava ‘Bijî Serok Apo’ da destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, pêngava ‘Bijî Serok Apo’ didin destpêkirin. Ciwanan banga geşkirina çalakiyan li hemû ciwanên kurdistanî kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava ‘Bijî Serok Apo’ da destpêkirin. Têkildarî mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewl tê dayîn ku komplo bêhtir bê girankirin û li dijî vê jî divê hemû derdor çalakiyan geştir bikin.

Di daxuyaniyê de ciwanan xwe weke fedaiyên Ocalan pênase kir û diyar kirin ku ew pêngava çalakiyê ya ‘Bijî Serok Apo’ didin destpêkirin. Di berdewamê de jî ciwanan daxuyand ku komploya li ser Ocalan  di serî de DYA û dewletên Ewropayê, ji hêla hêzên hegemonîk ên global ên modernîteya demokratîk ve tê girankirin. Ciwanan got ku dengê Ocalan li rojavayê Kurdistanê berbiçav bûye û ev deng ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, Asya, Efrîka, Ewropa û li her hemû civakên berxwedêr belav bûye û bersiva xwe dibîne.

Armanca tecrîdê

Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku hêzên hegemonîk dixwazin bi tecrîda girankirî dengê Ocalan asteng bikin. Ciwanan destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi biryara DMME’yê jî bingehekî qanûnî ji tecrîdê re çê bikin. Daxuyaniya ciwanan wiha berdewam kir: “Di demekî wiha de bi tecrîdê re paralel, dewleta alman jî  bi polîtîkayên qedexekirinê yên li ser Rêber Apo re bûye pêşenga vê tifaqa genî. Bi tecrîdê re dixwazin deng û ramanên Rêber Apo qut bikin û mirovahiyê tecrîd bikin. Em baş dizanin ku bi kavilkirina Cizîra Botan, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Efrîn û gelek deverên din ên ku ramanên Rêber Apo lê jiyanî bûne û bi kuştina bi hezaran mirovan, ev hêz bi risteke mezin rabûne. Mantiq yek e. Tecrîdkirina Rêber Apo û ev hovîtiye heman pratîk e.”

‘Em dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re venaşêrîn’

Di berdewamê de jî Tevgera Ciwanên Şoreşger qedexekirina wêne, nav û pirtûkên Ocalan ên ji  hêla dewleta alman ve û êrîşa li dijî Meşa Dirêj a ji Mannheîmê heta bi Strasboûrgê bi bîr xist û wiha domand: “Êdî tehemûla ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê ji van pêkanînan re nemaye. Xwedîderketina li gotina; ‘Bijî Serok Apo’, xwedîderketina li rûmet û têkoşîna jiyana azad a gelê Kurdistanê ye. ‘Bijî Serok Apo’ li dijî modernîteya kapîtalîst, geşkirina dengê ekolojî, demokrasî û azadiya jinê ye. Bi hezaran şoreşgerên qehreman di hilma xwe ya dawî de gotine, ‘Bijî Serok Apo.’ Li ser vê bingehê divê ji me ciwanên Kurdistanê neyê hêvîkirin ku em dilsoziya bi Rêbertiya xwe re veşêrin, ji gotina ‘Bijî Serok Apo’ bigerin û bibin kurdên sertewîn, bêvîn ku hêzên mêtinger û emperyalîst dixwazin ava bikin.”

Banga çalakiyên afirîner kirin

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger wiha bi dawî bû: “Di van rojên ku grevên birçîbûnê hatine ber sînorên şehadetê, em radigîhînin ku di serî de Alman li welatên Ewropayê em pêngava ‘Bijî Serok Apo’ didin destpêkirin. Her kesê ku li dijî qedexekirina dewleta alman bila li her devereka ku lê ye gotina ‘Ez jî dibêjim bijî Serok Apo’ bila dakeve qadan. Divê berxwedanên grevên birçîbûnê bên geşkirin. Di serî de jî divê meşên girseyî, yên bêîtîatiya sivîl ku gav bi saziyên berpirs bidin avêtin divê bên kirin. Em bang li hemû ciwanên kurdistanî, şoreşger û enteryasyonalîst dikin ku bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ serî rakin û heta şikandina tecrîdê li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar