Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanê kurd li Enqereyê bi hinceta ku muzîka kurdî quhdar dike hate qetilkirin

Pêla faşîzmê ya li dewleta tirk her ku diçe zêdetir û xeternaktir dibe. Li hêlekê hikûmeta AKP-MHP’ê bi hemû rê û rêbazan şovenîzmê gur dike û li hêla din jî hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla siyasî, civakî û çandî de li dijî gelê kurd êrîşên dijwar pêk tîne. Ji ber polîtîkaya şovenîzmê ya dewletê, roj naçe ku kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî êrîşên nîjadperest neyên.

Di vê çarçoveyê de şevê din saet derdora 22.30’an de li navçeya Etîmesgut a Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan (20) bi hinceta ku muzîka kurdî guhdarî dike hate kuştin. Li gorî agahiyan, Çakan ku ji navçeya Panos a Agiriyê ye dema li gel hevalê xwe li parkê rûdinişt bi sedema ku muzîka kurdî guhdar dike rastî êrîşa 3 kesan hat.

Li gel kesên êrîşkar kêr hebûn û ev kes yek jê ji Yozgatê, yek jê ji Kirikkaleyê û yek jî ji Tokatê bû. Êrîşkarên ku Çakan kêr kirin, 2 kêr li dilê Çakan dan. Çakan ê ku bi giranî birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Taybet a Etîmadê lê belê jiyana xwe ji dest da.

Her sê êrîşkar hatin binçavkirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar