Ciwanê 19 salî Adem Ertene yê ku ji bo xebate ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê çûbû Kayseriyê, duh rastî êrîşa bikêr a 6 kesan hatin. Ertene, yê piştî êrîşî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê ligel hemû hewldanan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Malbata Ertene duh cenazeyê kurê xwe girt û anîn li Cizîrê veşartin.
Malbata Ertene, diyar kir ku her çar êrîşkar hatine girtin. ŞIRNEX