Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Ciwanê YDG’ê: Divê ciwan xwe ji rojên dijwar re amade bikin

Endamê YDG'ê Metîn Ozken diyar kir ku ciwan û tevahiya civakê li hemberî desthilatê xwedî hêrseke mezin e û wiha got: “Her diçe qadên têkoşîna demokratîk tên tengkirin. Lewma divê ciwan xwe ji bo rojên dijwartir amade bikin û têkoşînê xurt bikin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêlên operasyonên qirkirina siyasî dane destpêkirin. Di nava sala 2024’an de bi hezaran welatî jatin binçavkirin û girtin. Di meha gulanê de ku zextên hikûmetê yên li ser muxalefeta civakî û rêxistinên ciwanan zêde bûn, li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin binçavkirin û girtin. Di meha gulanê de ciwan, karker û partî û saziyên çep-sosyalîst ên xwestin bimeşin Taksîmê, hedef hatin girtin. Hejmara kesên piştî 1’ê Gulanê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 77’an û kesên dema hewl dan pêşengên şoreşê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner bibîr bînin, bi tundiya polîsan re rû bi rû man û hatin binçavkirin. Ji 20 ciwanên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin.

Endamê Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) Metîn Ozken der barê polîtîkaya zextê ya li ser ciwanan û têkoşîna ku divê li dijî wê bê meşandin axivî.  Ozken bilêv kir ku tevgerên ciwanan ji aliyê desthilatê ve hedef tên girtin û got ku lê belê di serî de ciwan û bi giştî tevahiya civakê li hemberî desthilatê xwedî hêrseke mezin e û wiha got: “Ciwan, pêşiya xwe nabînin û hin tiştan ji xwe hîs nakin. Li seranseriya civakê xizanî, etra debarkirinê heye. Ji meseleya perwerdehiyê bigire heya ya tenduristiyê tu pêdiviyên sereke li Tirkiyeyê nayên dabînkirin.”

Ozken destnîşan kir ku ew rûyê nas ê faşîzmê di 1’ê Gulanê de careke din derketiye holê û wiha axivî: “Em hem di 1’Ê Gulanê de hem jî di 18’ê Gulanê de rastî îşkenceyê hatin. Hevalên me hatin girtin. Bi saetan destên wan ji paş de kelemçekirî ma. Bi sedan polîs bi tundî êrîş kirin.”

Ozken anî ziman ku di rewşeke wiha de têkoşîn ji bo ciwanan ne “alternatîf”ek e mecbûriyetek e û wiha dewam kir: “Pergala sermaye û kedxwariyê, xwe bi tundiyê nû dike. Lewma divê ciwan xwe ji bo rojên dijwartir amade bikin û têkoşînê xurt bikin. Her diçe qadên têkoşîna demokratîk tên tengkirin. Lewma divê em bi perspektîfeke ji pênaseya qada demokratîk ku faşîzmê wê bi nav dike wêdetir biçin. Divê em li ser esasên têkoşîna rewa-demokratîk pêngavekê bidin destpêkirin û xwe biginîn hemû ciwanan problemên wan bi vê pergalê re hene. Em bang hemû ciwanên hestyar û bîrbir dikin ku bibin parçeyele vê têkoşînê û van çalakiyan.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar