Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ciwanekê kurd li Cenevreyê li dijî dagirkeriyê xwe şewitand!

Kurdistaniyekî bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê xwe şewitand

Di danê sibehê saet derdora 07:40’an de welatiyekê kurd ê bi nave Elî Wezîr (31) bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û bêdengiya hêzên siyasî yên cîhanê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a Cenevreyê agir berda bedena xwe.

Li gorî nûçeya Reutersê, têkildarî mijarê berdevkê polîsan ê Cenevreyê Sylvain Guillume-Gentle axivî û anî ziman ku Elî Nezîr ji Almanyayê ye û bi helîkopterê rakirine Beşa Şewatan a Taybet a Nexweşxaneya Zanîngeha Lozanê. Gentle diyar kir ku di rewşa heyî de nepêkan bû ku sedema çalakiyê bipirsin û wiha derbirî: “Em wisa texmîn dikin ku çalakî ji ber rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.”

‘Em ji ber bûyerê pir xemgînin’

Berdevkê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) Andre Mahic jî der barê mijarê de wiha got: “Em ji ber çalakiya di vê sibehê de li ber avahiya navenda Cenevreyê hatiye kirin gelek xemgînin û matmayî man. Kesê xwe şewitandî hewl da bikeve avahiya komîseriyê lê serbazên ewlehiyê û xizmetkarên bijîşkiyê bi lezgînî destwerdan kir û agir vemirand. Hêvîdarim rewşa wî baş bibe.”

Komîserî dê têkildarî mijarê piştre agahiyên berfireh bide. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar