Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Ciwanên Amûdê ji bo piştgiriya bi YPJ û YPG’ê re meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û xwedîderketina li YPG û YPJ’ê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Amûdê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat gotin ku ew qetilkirin, desthilatdarî û dagirkeriya li ser xaka xwe red dikin û piştgiriyê didin şervanên YPG û YPJ’ê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê û piştgiriya bi şervanên YPG û YJ’ê re, li Amûdê bi dirûşma ‘Em banga derxistina dagirkeriya tirk ji xaka xwe dikin’ meşek li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan şêniyên Amûdê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî amade bûn. Meş ji qada Jina Azad a Amûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên qurbaniyên di êrîşên dewleta tirk de hatine qetilkirin, alên HSD, YPG û YPJ û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

‘Eyn neviyên Mogolan; dar û kevir jî we red dikin’

Her wiha ciwanan pankartên ‘Ey neviyên Mogolan; dar û kevir jî we red dikin’, ‘Bi navê xwe û navê gelê Sûriyeyê em banga derketina dagirkeriyê ji xaka xwe dikin’, ‘Sûcdarê qatilê zarokan ji xaka me derkeve’ û ‘Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî hildin’ vekiribûn. Ciwanan di meşê de bi dirûşman berxwedana şervanên YPJ, YPG û HSD’ê silav kirin û dagirkeriya dewleta tirk jî şermezar kirin.

Bang li hemû ciwanan kirin

Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Awaz Hesen axivî û wiha got: “Em êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Weke ciwan em qetilkirin, desthildarî, dagirkerî û zêdegaviyên li ser xak û gelê xwe qebûl nakin. Ji me ciwanan tê xwestin ku li dijî faşîzmê her tim amade bin û bendên koletiyê bişikînin. Em bang li tevahî ciwanan dikin ku tev li YPG û YPJ’ê bibin.”

Mîtîng bi dirûşmên dilosoziya bi şehîdan re û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar