Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ciwanên Başûr bi tevlibûna nav refên gerîla piştgirî dan pêngava KCK’ê

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KCK’ê di 12’yê Îlonê de bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavek dabû destpêkirin. Komek ji Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgirîdayîna pêngava KCK’ê berê xwe dan qadên azad û tevlibûna xwe ya refên gerîla bi daxuyaniyekê ji raya giştî û çapemeniyê re ragihandin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye;

“Çima ciwanên Başûr berê xwe didin çiya û tev li gerîla dibin?

Bê guman ragihandin a hewl didin mijarê berovajî bikin û bi pirsên wiha hestê gel ber bi aliyê din û xiyanetê dikişîne. Bersiva rast a vê pirsyarê li gel ciwanên ku berê xwe didin çiya û bi çekê rûmet û kerameta xwe diparêzin e.

Em jî weke çend ciwanên başûrê Kurdistanê ku me biryara tevlibûna nava refên gerîla daye; çend sedemên girîng ên li ser tevlibûnê û dîsa ji bo gelê kurd bi taybet başûrê Kurdistanê dixwazin aşkera bikin. A yekem dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dawî nehatiye. Dewleta tirk a faşîst û dagirker rojane li ber çavê me êrîş gund û xwezaya welatê me dike. Li ser gelê me komkujiyan pêk tîne. Mixabin li ber vê desthilata başûrê Kurdistanê bêdeng e. Li gel astengî û pêşîgirtina qêrînên li dijî dagirkeriyê, bûye hevkar û alîgirê siyaseta qirkirina gelê me. Em vê yekê qebûl nakin ku li dijî yekitiya neteweyî û xiyaneta li gel û welat e.

Divê tu kes çav û guhê xwe li dagirkeriyê negire, tu alî û kes xwe li siyaseta birîna nanê gel, dizî, bêkarî, firotina nîva xaka Başûr, bi rêya ragihandinê hiş û mejiyê ciwanan xirakirin, tirsandin û revandin, kuştina kesên nerazî ya ku beşeke mezin a siyaseta dagikerî û qirkirina dewleta tirk e, xwe nebihîstî û piştguh neke. Ji bo wê dibêjin ku ger yekitiya neteweyî hebe, pêwîstî bi çeper û sengerên li dijî dagirkeriyê divê hebe. Ji bo wê bang li hemû ciwanên nerazî û azadîxwazan dikin, werin tev li refên gerîla bibin û dest hildin çek û li dijî dagirkeriyê yekitiyê ava bikin.

Rêber Apo yê ku ji bo tevahî gelan bûye çirûska hêviyê hê jî di bin îşkence û tecrîdê de ye. Ev jî şermekî mezin e. Bi vê biryara tevlibûnê peyama azadiya Rêber Apo didin. Heta Rêber Apo azad nebe, wê dawî li zilm û dagirkeriyê jî neyê.

Di roja îro de yekan e hêza li dijî dagirkeriyê têdikoşe gerîla ye. Ji bo wê tevlibûna li nava refên gerîla rêya azadî û serfirazî ye.

Di çarçoveya pêngava ‘Dagirkerî Birûxîne’ ku ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatiye destpêkirin, ji bo rûxandina dagirkeriyê me berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ku di dîrokê de ji bo hemû dagirkeran bûye goristan. Ji çiyayên azad ên Kurdistanê qîr dikin ku ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar