Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ciwanên Başûr çeka şehîdan li erdê nahêlin û tev li refên gerîla dibin

Duh di merasîma bîranîna Endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb de ciwanek bi navê Daban Mihemed biryar da ku  tev li nav refên gerîla bibe û li kêla gerîla li dijî dijminê gelê kurd têbikoşe

Ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk biryara tevlibûna nav refên gerîla didin.

Duh êvarê jî di birana duyemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku 5’ê Tîrmeha 2019’an şehîd bibû de ciwanê xelkê Ranyayê ya bi navê Daban Mihemed tev li nava refên gerîla bû.

Werin Cenga Azadiyê

Di merasîma bîranê de Daban Mihemed wiha got: Ji ber ku neteweya me her roj rastî dagirkerî û qirkirinê tê, di vê rojê ku salvegera şoreşger, pêşeng û mamostayê me Şehîd Helmete de, ez xwe kêfxweşin dibînin û şanaziyek mezin e ku weke xwendekarek Şehîd Helmet û şervanek Serok Apo tev li nava refên gerîla bibim û çeka Şehîd Helmet hilgirim. Dixwazim ji dijmin re bêjim ku wê bi şehîdkirina pêşengên me nikarin vê xebat û rêbazê lawaz bikin. Ji ber ku tevgera me weke topek berfê ye ku ji lûtkeya çiya ber bi jêr ve tê, heta tê xwarê mezintir dibe. Em jî wiha bi roj bi roj mezintir dibin û pêş ve diçin.

Êdî ji dagirkerî, qirkirinê re bes e. Dema azadiyê ye. Daxwazê ji ciwanan dikim ku tev li nava refên gerîla bibin. Werin Cenga Azadî. Di dawiyê de dibêjim; bijî Serok Apo.”

‘Ez ê çeka şehîdan hilgirim’

Hêjayê gotinê ye ku beriya hefteyekê di merasîma sersaxiyê ya gerîlayê YRK’ê Hêja Sine ya li Silêmaniyê de ciwanek bi navê Navdar Raperîn jî biryara tevlibûna nav refên gerîla dabû. Navdar Raperîn di merasîmê de axivî û wiha got: “Ez ê nasnavê xwe bixim Hêja Sine û paşnavê xwe jî bikim Şehîd Sîrwan Alanî. Min biryar da tev li nava refên gerîla bibim û çeka şehîdên şoreşger hilgirim û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo tolhildana şehîdan têbikoşim. Ez ê şopa şehîdan bimeşînim û bibim kurê hemû malbatên şehîdan û nasnavê şehîdan rakim.

Banga min ji bo ciwanên ku berê xwe didin derveyî welat ew e ku beriya biryara çûna derveyî welat bidin, li rewşa welat binêrin û bizanin di rewşek çawan de ye û ji bo azadiya welatê xwe têbikoşin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar