Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ciwanên Başûr li Binarê Qendîlê bang kir

Ciwanên başûrê Kurdistanê yên ku ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk li binarê Qendîlê çalakiya Mertalên Zindî daye destpêkirin, bang li hemû ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê bi hêrseke mezin rabin. Ciwanan got ku êrîşa dewleta tirk li dijî hemû kurdan e

Bi armanca şermezarkirina hewldana dagirkeriyê ya artêşa tirk a li ser herêmên başûrê Kurdistanê, ciwanên Başûr li Binarê Qendîlê dest bi Çalakiya Mertalên Zindî kir. Çalakiya ciwanan di roja 3’yemîn de berdewam dike. Ciwanên çalakger têkildarî mijarê axivîn û banga tevlêbûnê li hemû ciwanên Başûr kirin.

Ji ciwanên çalakger Agrîn Başûr ku ji bajarê Kerkûkê ye anî ziman ku dewleta tirk bi alîkariya hinek hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê li sînorên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşê kiriye. Başûr diyar kir ku divê gelê kurd li dijî dagirkeriyê bi hêrseke mezin rabe û xwedî li axa xwe derkeve.

‘Şer li dijî hemû kurdane’

Çalakger Rêjwan Omer ê ji Qendîlê jî di serî de bang li hemû ciwanan kir ku tev li çalakiya Mertalên Zindî bibin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin. Omer destnîşan kir ku dewleta tirk ne tenê li dijî PKK’ê şer dike, şerê hemû kurdan dike û wiha bi dawî kir: “Divê em çalakiyên xwe berfireh bikin. Mertalên zindî li herêma Bradost û cihên din jî çêbikin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar