Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê seferberî ragihand

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer şevê din li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi dirûşma ‘Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe, faşîzm û dagirkeriyê birûxîne’ çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pêngava komkirina îmzeyan û seferberî ya li dijî dagirkeriyê hate ragihandin.

Daxuyaniya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şoxan Mihemed ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Ev bi hezaran salane ku keç û xortên axa pîroz a Kurdistanê ji bo serxwebûn û azadiya welat û gelê me, li ber xwe dide û têdikoşin. Êrîşên tunekirinê yên dagirkeriya tirk ên li ser kurd û Kurdistanê, li hemberî berxwedanê her ku diçe derbên girantir dixwe. Dijminê faşîst ê dewleta tirk a dagirker û hêzên hegemonîk ku di şexsê Rêber Apo de komplo kiribûn, niha jî heman komployê bi awayên cuda li ser gel û gerîla didomîne.

Pêşxistina helwestê erka her kurdekî birûmet e

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker di nîvşeva 14’ê hezîranê de êrîşî Mexmûr, Şengal û Heremên Parastinê yên Medyayê kir. Herî dawî jî 5 ciwanên Şêladizê ku ji pêşengtiya serhildana Şêladizê kiribûn şehîd kirin. Ev ne êrîşa yekemîn bû. Helbet dê nebin ên dawî jî. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker dijmineke sondxwarî yê gelê kurd e. Lewre pêşxistina helwesta li dijî van êrîşan, li ser milê her kurdekî birûmet û di jiyana azad de bi israr,  peywireke sereke ye. Hêzên gerîla erka ku dikeve ser milê xwe bi lehengî tîne cih. Ji bo parastina axa xwe şer dike. Her çiqas rayedarên Iraqê qebûl nekin jî, di rewşa heyî de tekane hêza serweriya xaka Iraqê diparêze hêzên gerîla ne. Li dijî hewldana dagirkeriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê diparêze ku ev herêm parçeyekî girîng ê ji herema Kurdistanê ye. Her wiha gerîla bi piştgiriya gel şerê parastinê heremê dike, mînaka wê jî Heftanîn e.

Em weke jinên ciwan ên başûrê Kurdistanê baş dizanin ku hebûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li Qendîlê, rê li pêşiya xelîfetiya terora Erdogan digire. Gerîla bi berxwedana xwe kir ku herêm ji ber terorîstên DAIŞ û El Nusrayê nefetise û xetereyeke mezin li ser Iraqê çênebe.

Em amade ne ku li cem gerîla têbikoşin

Li ser vê bingeha em dibêjin ku erka gel, jin û ciwanan ew e ku piştgiriyê bidin gerîlayên azadiyê. Ne tenê piştevanî, em amade ne ku gel û gerîla li dijî van êrîşan bi awayeke berxwedêr cih jî bigirin. Lewre em weke Jinên Ciwan ên Têkoşer dê di pêngava ‘Birûxîne’ de bi awayeke çalak cih bigirin û bi rola pêşengiyê rabin. Em ê li dijî dagirkeriyê tu caran bêdeng nemînin û erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Di sala 2017’an de Parlamentoya Iraqê biryar dabû ku leşkerên tirk ji xaka Kurdistanê bên derxistin. Banga me ji bo wan ew e ku vê biryarê pêk bînin. Yek ji xebatên me dê bibe destpêkirina kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên tirk ku bi bi noker û hevkariya PDK’ê re hatiye ser xaka me ji vir bê derxistin.”

Armanca êrîşên li dijî qadên sivîlan

Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî wiha ye:

“Dewleta tirk a dagirker û saziyên wê heta van kêliyan jî li dijî herêmên başûrê Kurdistanê yên weke Heftanîn, Biradost û hwd. êrîşên mezin pêş dixe. Dewleta qirker-faşîst a tirk êrîşên xwe li bajarên me jî berfireh kirine. Ji bo ku ciwan û gelê me bitirsîne û bitepisîne, ciwanên Şeladizê şehîd kirin, êrîşî nexweşxaneya Şarbajêrê kir û li Kunamasiyê sivîl hedef girtin. Di rojekê de bi dehan caran jî herêmên gerîlayan tên bombebarankirin.

PDK bi îstîxbarata xwe alîkariyê dide dagirkeran

Li dijî van tevgerên dagirkeriyê yên dewleta tirk, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî dengek ji xwe dernexistiye. Berevajî vê, hêzên gerîla yên li dijî dagirkeran disekinin hedef digirin. PDK bi rêxistina xwe ya îstîxbarî alîkariya dagirkeran dike. PDK’ê hemû noqteyên xwe yên li herêmê radestî artêşa tirk kirine û rola parastina dagirkeran li xwe girtiye. PDK û malbata Barzanî bi îxanetkirina li vî miletî mijûl in. PDK û malbata Barzanî bi rola xwe ya dagirkeriyê re bûye parçeyeke planên Mîsak-î Mîllî. Ji bo kurdistanekî biçûk bi dest bixe, nokertiyê dike ku temamiya Başûr bê dagirkirin.

Seferberî û banga ji bo ciwanan

Weke keç û xortên başûrê Kurdistanê, di vê pêvajoyê de em li erka xwe ya dîrokî radibin û ji hemû cîhanê re dibêjin ku dê vê erkê SERBIXIN. Deşt û çiya, newal û bajarên me di bin êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de ne. Em li dijî êrîşên dagirkeriyê bêdeng namînin. Li navenda berxwedanê ango ji Qendîlê didin diyar kirin ku em ji bo Heftanînê, bi dirûşma ‘Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne’ seferberiyê radigihînin. Divê her keç û xortekî başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji xwe bipirsin bê ka çima ciwanên Şeladizê hatin qetilkirin, çima li dijî Silêmaniyê ewqas êrîş hene. Heke em îro ji dagirkeriyê re nebêjin bes e, dê dagirkerên tirk sibê bên Hewlêr, Silêmaniye, Ranya, Kelar û Helebçeyê jî. Îro li sînor gerîla li ber xwe dide da ku dagirkerî nekare bigihije Silêmaniyeyê. Lê dagirker gefê li temamiya Başûr dixwin û dixwazin dagir bikin. Em jî bang li hemû ciwanan dikin ku beriya dereng bibe, erka xwe ya parastina xakê bi cih bînin. Em dibêjîn; ‘Ev der jî Heftanîn e’. Her cihê ku artêşa tirk lê ye êdî ji bo me ew der Heftanîn e.” BINARÊ QENDÎLÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar