Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê tev li refên gerîla dibin

Navenda Nûçeyan |

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, di 30’ê hezîranê de li Qendîlê bi şîara ‘Ji Bo Kurdistaneke Yekgirtî û Azad Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE’ Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihandibûn. Di çarçoveya pêngavê de du ciwanên ji başûrê Kurdistanê yên bi navê Hestiyar Kamiran û Şarla Cuma Husên tev li nav refên gerîla bûn.

Di vê çarçoveyê de gelek ciwan û jinên ciwan ên Başûr diyar kiribûn ku ji bo li Heftanînê li gel gerîla li dijî dagirkeriyê şer bikin amade ne. Lê ji ber rênedaniya PDK’ê ciwanan nikarîbû xwe bigihîne Heftanînê. Ji ber vê yekê jî 6 ciwanên Başûr xwe gihandibû qadên azad û tev li nav refên Gerîlla bibûn.

Di çarçoveya Seferberiya Heftanînê de jinek ciwan a ji Başûr berê xwe da qadên azad û tev li gerîlla bû. Jina ciwan di nava gerîla de navê Gerîla Sofiya hilbijart û di çarçoveya tevlibûna xwe de wiha axivî.

Gerîla Sofiya di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Navê min Şarla Cuma Husên e. Ez di dîroka 1995’an de li Çemçemal dayikbûme. Ji eşîreta Hemewandim. Li Zanîngehê Beşa Felfeseyê min qedandiye. Navê min ê kod Gerîla Sofiya ye. Ji ber tevlibûna xwe nav hevalan pir kêfxweş im. Xeyalê min bû wek jinekî armancê xwe pêk bînim, bibim pêşengek û bi xwedî fikr û felsefek jinan re rêyek nîşan bidim. Wan jî bînim ser rêya ku ew pê bawer im. Ji bo gelê xwe dixwazim bibim kêyfxweşiyek.

Ez wek jinekî bingeh û tevgerandina civakê me. Jin di civaka me ya kurd de di rewşekî nexweş û xirab de derbas dibe. Ez jî ji bajarê Çemçemal im, rewşa jin di rewşekî herî jêr de ye. Jinên Çemçemal di malê de, di fikir de tê tecrîdkirin. Fikrê wan nîn e. Ji bo rewşa heyî ew jî îkna bûne. Asta kolebûnê ku ketêne tê de ji xwe re qebûl kirine. Jinên ku bifikirin nebûn. Divê bal bikişînin ser pirsgirêkên jin û armancê min di jiyan de çi ye? Jiyan bo min çi wateyek heye? Em heta niha dijîn ji bo ku bimirin.

Bang dikim li hemû jinan û heta zilaman jî ku dest ji wî pergala desthilatdar berdin. Ta ku jin xwe nas bike. Pêwîst e kategoriya cinsî nemîne. Ku ew sepandina bi dawî were anîn. Jin çalak bibe. Divê em wan astengiyan bişkînin. Nifşê dahatû azad bijî. Ev bibe kevneşopiyek, dîrokek. Li gel hevalan im, dixwazim xebat bikim, xizmet ji jinan bikim.”

Banga tevlibûnê

Ciwanek din ê ji Başûr ê bi navê  Hestiyar Kamiran ji bajarê Silêmaniyê tev li refên gerîla bû, derbarê tevlibûna xwe de ev tişt diyar kir: “Ez wek ciwanekî ji Herêma Kurdistanê ji bo Seferberiya Heftanînê tev li gerîla bû me. Ji bo helwestê xwe li hember dagirkeriya tirk nîşan bidim. Ez wek ciwanek Herêma Kurdistanê bangawazî hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku tev li nav refên gerîla bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar