Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan got ku dê li dijî tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin
Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Ciwanan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dê li dijî tecrîda tifaqa AKP-MHP’ê li dijî Ocalan giran kiriye, çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanan diyar kir ku ew weke ciwanên başûrê Kurdistanê, tecrîdê qebûl nakin û dê li dijî wê têbikoşin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. SILÊMANIYE