Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Bradostê çûn serdana çalakgerên mertalên zindî

Komeke ciwanên ji herêma Bradostê çûn serdana çalakvanên mertalên zindî. Di serdanê de ciwanan destnîşan kir ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk, jiyana gelê herêmê di metirsiyê de ye û divê hemû ciwanên herêma Bradostê tev li çalakiyên li dijî dagirkeriyê bibin

Ciwanên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata tirk, demek berê li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Ciwanan di 24’ê hezîranê de jî bi heman armancê ji Qendîlê berê xwe dan herêma Bradostê û li wir jî dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Bi armanca piştgiriya bi çalakiyê re, komeke ji ciwanên herêma Bradostê çalakvan ziyaret kirin.

Koma ciwanan ku hatibûn serdanê di serî de ji ber çalakiyê keyfxweşiya xwe nîşan dan û çalakiya ciwanan, ji bo şikandina bêdengiya li hemberî dagirkeriyê weke gavekî erênî nirxand. Ji kesên hatin serdanê Senhan Rehman got ku pêwîste temamiya gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk serî rake û wiha domand: “Êdî bese ji bêdengiyê re. Armanca dewleta tirk PKK nîne. Armanca wê dagirkerî ye. Rojane sivîlan bombebaran dikin. Hikûmeta Başûr jî li dijî vê dagirkeriyê bêdenge.”

Bang li ciwanên Bradostê kir

Her wiha Mijde Rehman jî destnîşan kir ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk, jiyana wan di metirsiyê de ye û wiha bi dawî kir: “Berfirehkirina çalakiyên mertalên zindî, pêwîst dike. Bi taybet jî divê ciwanên ji herêma Bradostê bikevin nava liv û tevgerê. Ez bang li ciwanên herêma me dikim ku tev li çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin çalakiya mertalên zindî.” BRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar