Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ciwanên ereb bi Rêber Apo re ne

Însiyatîfa Ciwanên ereb a Şengalê destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan wê li ser piyan bin.

Însiyatîfa Ciwanên ereb a Şengalê li gundên li ser sînor ên Şengalê civîn lidar xist û parêznameyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan xwend. Ciwanên ku beşdarî civînan bûn diyar kirin ku pêwîstiya wan bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan heye û anîn ziman ku ji bo wan têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan erka sereke ye.

Ji Însiyatîfa Ciwanên ereb a Şengalê Segir Neho diyar kir ku wan parêznameyên Abdullah Ocalan xwendin û ya ku herî zêde bala wan kişand, mijara jiyana bi hev re ya gelan bû.

Segir Neho got, “Bi rastî ev cara yekem e em fikrekî wiha paqij dixwînin, ji ber ku tu ferqa kesî ji kesekî din nîne, her kes mîna hev e. Serok Apo gelekî bal kişandiye ser yekîtiya ciwanan. Ciwan çawa xwe ava bikin, çawa xwe bi rêxistin bikin; em jî weke ciwanên ereb xwe li ser gotin û perspektîfên serok xwe bi rê ve bibin û tişta ji me tê xwestin em ê bikin.”

Selman Mehemed jî ev tişt anî ziman: “Em weke ciwanên ereb û êzidî bi yek destî xwe bi rêxistin kirine. Em dixwazin vê yekîtiya xwe berfireh bikin.”

Mehemed herî dawî got, “Em niha xwe li ser fikir û felsefeya Serok xwe perwerdeyê dibînin û xwe bi rê ve dibin. Em jî weke ciwanên ereb dibêjin em bi rêberê xwe re ne.”

Rakan Tewfîq ê ji gundê Medîbanê jî wiha axivî: “Em niha li ser fikirê  Serok Apo xwe perwerde dibînin. Em jî perwerdeya xwe dewam dikin heye ku em azadiya serokê xwe bi dest bixin.”

Tewfîq bi dewamî got, “Ji ber ku fikrê Rêber Apo esas e, em çiqas dixwînin ewqasî jî fêr dibin û zane dibin. Em û ciwanên êzidî îro yek in, em roj bi roj yekîtiya xwe xurt dikin. Me di nava sala derbas bûyî de ji bo azadiya serok gelek meş û çalakî kirin. Em ê ji niha û pê ve jî bi biryardariyeke xurt tevbigerin û meş û çalakiyên xwe bi domînin.”

Rakan Tewfîq herî dawî got, “Beriya fermana sala 2014’an tiştek wiha di nava me de nebû. Em bê rêxistin bûn, me tiştek nedizanî, lê piştî fermanê û fikirê Serok Apo kete nava me em bi fikir bûn em zane bûn. Ya herî girîng ew e ku niha xwişk û biratiyeke gelan heye û ev jî kete nava me û xwişk û birayên me yên êzidî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar