Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanên êzidî li dijî dagirkeriyê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dan destpêkirin

Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî peymana ser Şengalê û hewldanên dagirkirina herêmê, çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dan destpêkirin

Hêrs û nerazîbûna gelê Şengalê ya li hemberî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin û hewldanên dagirkirina herêmê her ku diçe zêdetir dibe.

Ciwanên Êzîdxanê jî ku ji roja îmzekirina peymanê heta niha li ser pêyan in, îro jî derketin ser Çiyayê Şengalê.

Ciwanan tevî baranê û hewayê sar jî li devera Amûd a Çiyayê Şengalê çadir vegirt û çalakiya ‘Mertalên Zindî’ da destpêkirin.

Di çalakiyê de ciwanan agir pêxist û pankarta ‘Çiyayê Şengalê rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin’ vekir.

Li devera Amud a li ser rêya herêma Çilmêre ku dibe lûtkeya Çiyayê Şengalê û artêşa Iraqê dixwaze bikeve wir, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Weke civaka êzidî em di pêvajoyek hebûn û tunebûnê re derbas dibin. Dijminên mirovahiyê, dijminên ku 74 ferman bi serê civaka me anîn, îro jî bi rûyekî cuda dixwazin fermana 75’an pêk bînin û bi hevpeymana Hewler, Baxda û Enqereyê re me tune bikin. Ev biryara ku bêyî îradeya gelê me hatiye dayîn, li dijî aramiya Şengalê ye.

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ciwanên êzidî ji bo parastina ol, bawerî, ax û civaka xwe, ref bi ref cihê xwe di nav têkoşînê de girtin, tev li YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê bûn.

Bi berxwedana bi pêşengiya jin û ciwanên Êzîdxanê re, DAIŞ’a ku bibû belaya serê cîhanê û tu kesî nekarîbû têk bibe, li ser vê xakê têk çû.

Jin û ciwanên êzidî bi têkoşîn û kedeke bêhempa gihîştin fikra azad û îro bi hezaran jin di nav vê têkoşînê de, li beramberî dijminên mirovahiyê li ber xwe didin.

Em weke Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî tu carî nahelin ku deskeftiyên bi xwîna şehîdên me, bi kedeke pir mezin hatina bidestxistin pêşkêşî neyar û dijminên me bên kirin.

Çawa ku di fermana 3’yê Tebaxê de pêşengên vê civakê, ango ciwanên Êzîdxanê heya dawiyê li ber xwe dan, em ê jî li ser şopa wan bimeşin û dest ji berxwedanê bernedin.

Di roja me ya îro de jî bi hewildaneke pir mezin dixwazin vê tifaqê pêk bînin û me tune bikin. Hêzên wekî PDK’ê ku di fermanê de terka miletê me kir, li şûna ku were lêborîna xwe bixwaze, li bendê ye ku were ser vê xakê. Lê pêwîst e navê Şengalê jî neyîne ser ziman, ger tenê li ser me ciwanan jî mabe, em nahelin Şengal bibe xewnên şevên wan. PDK îro pişta xwe dide dewleta tirk. 74 ferman jî bi destê osmaniyan pêk hatine.

Me dîroka xwe ji bîr nekiriye ku em xayîntiyê li ol, bawerî û welatê xwe bikin. Em tu carî xayîntiya PDK’ê û bêdengiya Netewen Yekbûyî (NY) ku ji fermaneke din re çavên xwe digirin ji bîr nakin.

Dewleta Iraqê jî li şûna ku beramberî vê yekê  dengê xwe derxîne, dibe hevkarê wan û dixwaze çiyayê me yê pîroz dagir bike. Lê belê çiyayê me rûmeta me ye û em ê heya dawiyê parastina çiyayê xwe bikin, em rê nadin ku çiyayê me ji me bistînin.

Wekî Yekitiya Ciwanên Êzidî heya ev xeterî û erîşên li ser xaka me bidawî nebin, em ê bi şev û roj li ser pêyan bin û parastina çiyayê xwe bikin.

Em di serî de bang li ciwanên êzidî û hemû ciwanan dikin ku xwedî li çiyayê xwe derkevin. Xwederketina çiya, xwedîderketina rûmeta xwe ye. Dem dema xweseriya Şengalê ye.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar