Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin” de li taxên Dîcle û Ferîtkoşkê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê belavok belav kirin. Ciwanên HDP’yî li kuçeyan li dijî tiryak, fihûş, asîmîlasyon û sîxuriyê afîş daliqandin û derbarê van mijaran de ciwan û malbatên wan ên li taxan agahdar kirin. AMED