Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ciwanên HDP’î: Bibin dengê Rojava

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li ciwanan kirin ku bibin dengê Rojava

Bertekên li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Êlihê, bang li ciwanan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Ahmet Sînet anî ziman ku şer ne çareserî ye û got ku şer tenê dibe sedema dagirkirina xakekê. Sînet bilêv kir ku wê piştevaniya wan a ji bo Rojava bidome û wiha got: “Wê li dijî vî şerî têkoşîna me bidome.” Sînet, bang li ciwanan kir ku dengê xwe bilind bikin.

Evîn Can jî bal kişand ser destkeftiyên li Rojavayê û got ku ji bo binpêkirina van destkeftiyan êrîş tên kirin. Can wiha got: “Divê jinên li cîhanê dest bidin hev du û xwedî li van destkeftiyan derkevin. Divê em li dijî van pêkanînan têbikoşin.”

‘Bibin dengê Rojava’

Mazlûm Îtmez jî destnîşan kir ku ji bo kes nemire divê demildest êrîş rawestin û ev tişt got: “Ev, şerê li hemberî destkeftiyên gelan e. Her wiha şer aboriyê jî serobino dike. Betalî û xizanî ye. Niha aboriya Tirkiyeyê nemaye. Wê bi vî şerî bi temamî nemîne. Bila mirov nemirin. Ji şer re na.” Her wiha Îtmez, bang li ciwanan kir ku bibin dengê Rojava. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar