Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan bixwazin li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanan li taxên Haci Ahmet û Tarlabaşi yên Navçeya Beyoglu ya Stenbolê nivîsên “Ji Birêz Ocalan re Azadî” û “Deng bidin dengê zindanan”, “Ya mirin an azadî”, “Ji tecrîdê re bes e” û “Bê Serok jiyan nabe” nivîsandin. STENBOL