Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ciwanên Kerkûkê: Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla

Ciwanên Kerkûkê êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser qadên gerîla û başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, "PDK û hikûmeta Iraqê li dijî gelê Kurd di vê komploya dewleta Tirk de cih digirin."

Nerazîbûna Kurdistaniyên li welat û derweyî welat û dostên wan li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsana 2022’yan dayî destpêkirin bê navber didomin.

Ciwanên Civata Herêma Şêladizê jî bi daxuyaniya ku çend roj beriya niha dabû, ragihandin ku ewê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bêdeng nemînin; ciwanên Rojava jî bi ragihandina seferberiyê nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dan û eşkere kirin ku ewê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re bin.

Ciwanên bajarê Kerkûkê jî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman. Ciwanên ku ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku PDK her tim hevkariya dagirkeran kiriye, ji ber ku mayina partiya xwe di mayina dagirker de dibîne.

‘PDK bi awayeke eşkere bi hêzên xwe hevkariya dagirkeran dike’

Ciwanê Kerkûkî yê bi navê Efsane Osman têkildarê armanca êriş û leşkerkêşiya dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê wiiha got: “Leşkerkêşî û êrişên Tirkiyê eşkere ne û diyare ku ji bo dagirkirina hemû xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ji nedîtî ve hatina hikumeta Iraqê li hemberî van êrişên Tirkiyê hevpariya wê ya di vê plana dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Her wiha di van êrişên dewleta Tirk a dagirker de hevkariyên PDK’ê jî bi rengekî eşkere xuya dike ku bi rêya hêzên weke ‘zêrevanî’, ‘pêşmergeyê roj’ û ‘hêza Barzan’ ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrişkirina li ser qadên gerîla hevkariya Tirkiyê dike. Jixwe fermandeyên ‘zêrevanî’ ragihandine ku beriya destpêkirina êrişan, ew ji bo êrişkirina li ser hêzên gerîla hatine amadekirin.”

‘PDK û hikuemta Iraqê di komploya Tirkiyê de cih digirin’

Osman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser piştperdeya êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û wiha pêde çû: “Em haydarin ku bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hêzên hikumeta Iraqê êrişî Şengalê kirin û bi hevkariya PDK û hêzên Iraqê dîwarek ji bo qutkirina Kurdên Êzidî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê lêkirin; ew hemû kiryarên dijminane yên li dijî gelê Kurd îspat dike ku PDK û hikumeta Iraqê di komploya dewleta Tirk a dagirker de cih digirin.”

‘Destpêkirina operasyonê di salvegera enfalê peyama komkujkirina kurdan e’

Efsane Osaman her wiha îşaret bi peyama veşartî ya dewleta tirk a dagirker ya destpêkirina êrişên dagirkeriyê di salvegera proseya qetlîama Kurdan ango Enfalê kir û ragihand; “Sala derbasbûyî dewleta Tirk a dagirker di heman mehê de bi qasê 6 mehan dest bi operasyonekê ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir, lê ji ber berxwedana qehremanî ya hêzên gerîla plana Tirkiyê ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi bin ket. Îsal roja 14’ê Nîsanê ku dibe salvegera proseya Enfalê ku tê de gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas a berê hatin jenosîdkirin û bi saxî hatin binax kirin, destpêkirina leşkerkêşî û êrişên Tirkiyê di wir de eve ku careke din gelê Başûrê Kurdistanê jenosîd û komkuj bikin.”

‘PDK mayina xwe di mayina dagirkeran de dibîne’

Ciwanê Kerkûkî Osman her wiha behsa domkirina hevkariya PDK’ê ya ji bo dagirkerên Başûrê Kurdistanê kir û wiha axaftina xwe domand; “PDK her tim hevkariya dagirkeran kiriye, ji ber ku mayina partiya xwe di mayina dagirkeran de dibîne, lihevkirina 50 salî ya petrola Herêmê jî di çarçoveya mayina xwe û dagirker de pêk aniye, lê PDK haya wê nîne ku ji ber hebûna PKK’ê dijmin nirx didin wê. Bêyî hebûna PKK’ê ti nirx û hebûnek yê PDK’ê jî li rex dijminan namîne. Ji ber ku dagirker ji bo pêkanîna planên xwe PDK’ê li dijî Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê bikar tînin.”

‘Pêwîste çalakiyên li dijî dagirkeriyê bên berfirehkirin’

Osman her wiha destnîşan kir ku berfirehkirina çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girîng e got, “Çalakiyên weke xwepêşandan, kombûn, nîşandayina nerazîbûnê û helwest girtin pir girîng e, ji ber helwest û nerazîbûnên gel dagirker û hevkarên wê li Başûrê Kurdistanê nikarin bi rengekî eşkere komployan pêk bînin.”

‘Faşîzma tirk hebûna ti neteweyek din qebûl nake’

Efsane Osman ê Kerkûkî îşaret bi metirsiyên plana dagirker û nokerên wê li Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand; “Eger pêkanîna planên Tirkiyê serbikeve, ne tenê statuya Herêma Kurdistanê namîne, di heman demê de wê hebûna gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê nemîne. Ji ber ku Tirk hebûna ti neteweyeke din qebûl nake. Em dizanin ku li Tirkiyê 39 zimanên cuda hene, lê dewleta Tirk a faşîst tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî dizane.”

Osman di dawiyê de ev peyame da; “Peyama min ji bo partî, kesayetî û hemû welatiyan eve ku bêdeng nebin, ji ber ku metirsiya dagirkeran li ser hebûna giştî gelê Kurd heye. Niha aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê belave ne û di rasteya bercewendî û komploya Tirkiyê de bi rêya lihevkirina ser gaza herêma Kurdistanê hewl tê dayin ku welatên Îran û Rûsya li dijî herêma Kurdistanê bixin tevgerê.”

Ciwaneke din ê Kerkûkî yê bi navê Kurdo Mihemed jî têkildarê helwesta ciwanên bajêr axivî û got, “Em wek ciwanên bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, vê leşkerkêşî û hewldanên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Em Kerkûkî dizanin ku armanca rasteqîn a Tirkiyê dagirkirina hemû xaka Başûrê Kurdistanê û talankirina dewlemendiyên vê Herêmê ye. Yekane astenga li pêşiya vê dagirkeriyê PKK ye, lewma Tirkiye bi hevkariya PDK’ê hewl dide PKK’ê û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê tune bike.”

‘Berpirsên Tirkiyeyê bi eşkereyî behsa dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin’

Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişande ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina gelê Kurd û ragihand; “Tirkiyê beriya êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, me dît ku li ber çavên hemû cîhanê xaka Rojavayê Kurdistanê dagir kir û gelê Kurd komkuj kir û pêvajoyeke guherandina demografî li dijî Kurdên navçeyên dagirkirî birêve bir. Her wiha di merasîm û pîrozbahiyên fermî yên Tirkiyê de berpirsên wî welatî veneşartine ku hewl didin Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê dagir bikin.”

Kurdo Mihemed bang li partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir; “Em wek ciwanên bajarê Kerkûkê daxwazê li hemû partî û aliyan dikin ku ji dewleta Tirk a dagirker re serkêşiyê nekin ku dagirkerî bike û dewlemendiyan talan bike û gelê me yê Başûrê Kurdistanê komkuj bike.”

‘PDK şirîkê komkujiya kurdan e’

Mihemed bi tundî nokerî û hevkarîkirina PDK’ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û wiha pêde çû; “Pêwîste PDK di komkujkirina gelê me û talankirina dewlemendiya niştîmana me hevkariya dagirkeran neke. Danîna destê xwe di nav destê dewletên dagirker derbe li bercewendiyên bilin ên netewî yên Kurd dide û hevkariya dijmin û dagirker dibe sedem ku doza Kurd bi dehan salan paş bikeve.”

‘Li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin’

Kurdo Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Daxwaza min ji mamosteyên ayînî, kesayetî, çalakvan, parêzvanên mafê mirov û hemû çîn û kesimên civakê dikim ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bêdeng nebin, helwest nîşan bidin û vê dagirkeriyê şermezar bikin.”

‘Tirkiyeyê bi hevkariya hêzên çekdar ên PDK’ê êrişên xwe berfireh kiriye’

Ciwanê bi navê Edhem Ehmed jî di vê derbarê de nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker di niya vê mehê de careke din êriş û leşkerkêşiya xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê destpê kiriye. Destpêkirina leşkerkêşî û êrişa dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya partî û aliyên desthilat ên Başûrê Kurdistanê tê kirin. Tirkiye bi hevkariya hêzên çekdar ên PDK’ê li hemberî herêmên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh kiriye.”

Ehmed her wiha têkildarê armanca êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman; “Tirkiye bi hêceta tunekirina hêzeke Kurdî leşkerkêşî kiriye nav xaka Başûrê Kurdistanê, lê armanca rasteqîn a Tirkiyê ji vê leşkerkêşiyê dagirkirina xak û çavkaniyên dewlemendiyên xwezayî yên Başûrê Kurdistanê ye.”

‘Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla’

Edhem Ehmed di dawiyê de bang li ciwanên her çar beşên Kurdistanê kir û wiha pêde çû; “Pêwîste ciwanên her çar beşên Kurdistanê bi yek helwestê li dijî dagirkeriyê rawestin û hemû hewldanên dagirker asteng bikin. Pêwîste piştewanê hêzên gerîla bin, her wiha pêwîste ew hêz û aliyên ku hevkariya dagirker dikin vegerin xwe û dest ji hevkariya dijmin berdin û ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkeriyê piştewaniya berxwedana hêzên gerîla bikin ji bo parastina gelê me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar