Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Ciwanên Kerkûkê ragihandin ku ew li gel berxwedana gerîla ne

Ciwanên Kerkûkê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser qadên gerîla rabûn û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîla nîşan dan

Her diçe di nava kurd û cîhanê de nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Kerkûk ên başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo gerîla anî ziman.

Ciwanê ji Kerkûkê yê bi navê Karzan Qadir bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûr û wiha got: “Êrîşên dagirkeriyê yên niha li Başûr didome, dewama êrîşên mêtingerkirin û qirkirina ziman û çanda neteweya kurd e. Ev êrîş tenê ne êrîşeke li ser hêzên gerîla, êrîşên dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Bi van êrîşan dewleta tirk dixwaze wîlayeta Mûsil dagir bike û osmaniyan nû bike.”

Qadir bang kir ku divê her ferdeke azadîxwaz li ber van êrîşan rabin, rê nede ku xaka Başûr bê dagirkirin.

‘Azadîxwaz divê li ber êrîşan rabin’

Ciwanê bi navê Soran Serdar jî êrîşên li ser Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medya û xaka Başûr şermezar kir û ji hemû azadîxwaz û welatiyên Kerkûkê xwest ku li dijî êrîşên dagirkeriya tirk bibin xwedî helwest.

Serdar bal kişand ser bêdengiya heyî ya li hember êrîşan jî û ev tişt anî ziman: “Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê dide nîşandan ku berjewendiyên wan li gel dewleta tirk a dagirker heye. Eger ev bêdengî û bê helwestî wiha dom bike, wê dewleta tirk siberojê xaka Başûr û heta Kerkûkê jî dagir bike. Mînaka vê jî daxuyaniyên berê ku rayedarên tirk didan Kerkûk weke ya xwe dizanin.”

Em li gel berxwedana gerîla ne

Arîn Husên jî destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta tirk a li ser xaka Başûr pêkanîna vegera li Mîsaqî Mîllî ye û wiha  got: “Armanca esasî dagirkirina Rojhilata Navîn û bindestkirina gelan e. Ev êrîş ji aliyekê ve êrîşên tunekirina çand û zimanê kurdî ye. Ji bo tunekirina gelan êrîş dikin.”

Her wiha Husên anî ziman ku ew li dijî êrîşên dewleta tirk in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li gel berxwedana gerîla ne û kêfxweş in ku dagirker li Avaşîn, Metîna û Zapê têk diçin.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar