Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ciwanên ketine dafika tiryakê: Polîs û notirvan tiryekê difroşin

Ciwanên Dêrikê yên ketina dafika tiryakfiroşan qala tevna tiryakê kirin û anîn ziman ku firoşkar bi hin polîs û notirvanan re tiryakê difiroşin û gotin ku ji bo tiryakê dizî û fihûş li wan hatiye ferzkirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal polîtîkaya tiryakê ya bi destê polîs û notirvanan ve li ser ciwanan tê meşandin derxist holê. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Çendî dem bi dem midûriyeta polîsan radigihîne ku “gumanbar hatine zevtkirin” jî, li navçeyê bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye. Herî dawî şêniyên bajêr di 30’yê tîrmehê de bertek nîşanî bikaranîna tiryakê dan û bi rojan nobed girtin. Piştî çalakiyê firoşkarên tiryakê ji bêgavî ji taxê çûn. Lê piştî demeke kurt vê carê li hin deverên cuda yên navçeyê dest bi firotina tiryakê hat kirin. Tiryak herî zêde li avahiyên xerabe tê firotin.

Ciwanên ku me têkildarî tiryakê bi wan re xeber da, têkildarî mijarê agahiyên balkêş parve kirin. Ciwanên ku ji ber ewlehiyê me navê wan wekî Yilmaz û Adil bi kar aniye, destnîşan kir ku hin polîs û notirvan jî tiryakê difiroşin.

Metamfetmîneyê re dibêjin ‘bûz’

Yilmaz ragihand ku bi rêya hevalekî dest bi metamfetmîneyê kiriye ku jê re dibêjin “bûz.” Yilmaz, anî ziman ku paşê kesê bi navê D.Y. nas kiriye û vî kesî metamfetmîneyê belaş daye wî û got: “Vî kesî bûzê dikişand. Belaş dida min jî. Paşê ji bo metamfetamînê diziya motorsiklêtê teklîfî min kir. D.Y. ev madeye ji Amed, Nisêbîn, Wêranşar, Şemrex û Qoserê dianî. Li Şemrexê vê madeyê ji kesê bi navê Î. ku ez jî wî nas dikim, peyda dikir. D.Y. vê madeyê difirot ciwanên Dêrikê. Bêyî li noqteya kontrolê bê sekinandin bi hêsanî dianî Dêrikê û ew difirot. Polîsê bi navê Savaş ê li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê ev polîs demeke berê tayinî cihekî din hatiye kirin) û D.Y. bi hev re pêwendî datanîn. Ez bi xwe jî bûm şahidê peyamên wan. Polîsê bi navê Savaş hem bi awayekî fîzîkî hem jî bi peyaman D.Y. araste dikir. Ji bo neyê zevtkirin xeber digihand wî.”

Dîmenên tazî dikşînin û şantajê li wan dikin

Yilmaz bilêv kir ku polîsê bi navê Savaş berî operasyonên tiryakê haya D.Y. pê dixe û ew bi xwe jî bûye şahidê vê yekê. Yilmaz da zanîn ku li navçeyê kesê bi navê O.D. jî tiryakê difiroşe û got ku van kesan li navçeyê pêşî tiryakê rê du jinan dane û paşê ew daxilî nava fihûşê kirine. Yilmaz destnîşan kir ku ev kes jinên daxilî nava fihûşê hatine kirin û ciwanên tiryakê bi kar tînin, wan tînin cem hev û dîmenên wan ên tazî digirin û bi vî awayî çi bixwazin bi wan didin kirin.

Yilmaz bilêv kir ku notirvanekî ku navê wî nizane û li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê dixebite jî tevî D.Y. û O.D. tevdigere û ev tişt gotin: “Notirvan tim û tim motorsiklêtên diziyê yên hatibûn desteserkirin û li hewşa midûriyeta polîsan bûbûn didan O.D. û D.Y. Berî motorsiklêtan teslîm bikira ji D.Y. û O.D. ez dişandim cem lojmanên polîsan. Notirvan motorsiklêt dianî ber derî. Ez jî diçûm û min ew dianî. Notirvan ji bo di warê zayendî de bi keçên tiryakê bi kar tînin têkiliyê deyne van tiştan dikir. Di vê bûyera motorsiklêtên diziyê de polîsê bi navê Savaş û 3 polîsên ku navê wan niznaim û notirvanek jî hebûn.”

Piştî tiyakê diziyê bi wan didin kirin

Adil jî heman îdia bilêv kirin. Adil diyar kir ku O.D. di destpêkê de metamfetamînê belaş daye wî û paşê firotiye wî. Adil diyar kir ku gava xwe negihandana kesê bi navê O.D. metamfetmaniyê ji kesê bi navê H.Y. dikirîn û got: “Ji ber ku em hîn bûbûn, gava me nikaribûya tiryakê bikire O.D. ji me dixwest ku em motorsiklêtan, jantan û lastîkan bidizin. Me bi vî awayî 4 mehan li ser hev metamfetamînê stend.”

Adil destnîşan kir ku niha tiryakê bi kar nayne û got ku lê kesê bi navê O.D. bi wesayîta bi kêrê heftê carekê ji Amedê tiryakê dianî û di tu noqteyên lêgerînê de asê nedima. Adil di dawiyê de wiha got: “Gava tiryak dianî di rê de, di Înstagramê de weşana zindî dikir. Ez jî tev li weşana zindî dibûm û min didît di noqteyên lêgerînê de kes wî nasekinîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar