PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ciwanên Kobanê li dijî dagirkeriyê dest bi meşa dirêj kirin

Ciwanên herêma Firatê ji bo rabûna li ber êrîşên agirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmê, bi dirûşma ‘Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye’ dest bi meşeke dirêj kirin

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê, ji bo rabûna li ber êrîşên agirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmê, bi dirûşma ‘Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye’ dest bi meşeke dirêj kirin.

Meşê ji gundê Têrî yê navçeya Şêran (13 kîlometre li rojhilatê bajarê Kobanê) dest pê kir. Bi sedan ciwan tev li meşê bûne.

Beriya meş dest pê bike, daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker li ber xwe dide û şopdarên rêya şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta gelê kurd û Kurdistanê canê xwe feda kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk di nava 6 mehên bihurî de êrîşên hovane li dijî gerîlayan didomîne, çekên kîmyewî di êrîşên xwe de bikar tîne û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne, li hember vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng e û ev yek hevkariya wê bi dewleta tirk re aşkera dike.

Ciwanan ragihand ku di demên dawî de dewleta tirk êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û bajarê Kobanê bi taybet zêde kiriye û gotin ku divê hemû ciwan li hember êrîşên dewleta tirk bisekinin û destekê bidin hêzên leşkerî.

Piştre jî bi hildana wêneyên şehîdan meşê dest pê kir.

Tê payîn ku meşa dirêj 2 rojan dewam bike û meşvan 13 kîlometre bimeşin heta ku bihêjin navenda bajarê Kobanê.

Ji 23’ê hezîrana 2020’an ve di encama bombebarana balafirên bêmirov li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 kes şehîd bûne. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar