Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanên ku tev li refên gerîla bûn: Ev ceng cenga azadiyê ye

Ciwanên ku tev li refên gerîla bûne, diyar kirin ku ji bo azadiya Kurdistanê, gelê kurd û jinên kurd divê hemû ciwan tev li nava refên gerîla bibin û gotin ku ew ji bilî tevlibûna nav refên gerîla azad nabin

Dewleta tirk a dagirker di deheqê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ku dibêje me ew bi dawî kirine, lê PKK her roj bi tevlêbûnên nû mezin dibe. Ciwan û jinên ciwan bi tevlibûna nava refên PKK’ê bersiva her cure polîtîkayên qirêj dayînê didomînin.

Ciwanên tev li nav refên gerîla bûn, diyar kirin ku bi bandorbûna fikir, felsefa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan tev li nava refên gerîla bûne wan fikir û hestên wan, ango Milîtan Zendura, Arviyan Dijwar û Serîna Baran wergirtine.

Ciwanan dan zanîn ku ji bo azadiya Kurdistanê gelê kurd û jinên kurd divê hemû ciwan tev li nav refên gerîla bibin û gotin ku ew ji bilî tevlibûna nav refên gerîla azad nabin.

Mîtan Zendûra:

Navê min Mîtan Zendûra ye. Ez ji Efrînê me. Min wek ciwanekî kurd, dagirkerî û koletiya ku li ser gelê kurd tê mêşandin qebûl nekir. Ji ver vê jî min xwest ku ez jî tev li nav refên gerîla bibim û li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirk şer bikim. Dagirkeriya tirk a qirker; her roj bi her cure rêbaz û sîlehan û bi her awayî li dijî kurdan şer dike. Min ev qebûl nekir û min xwest ku li dijî vê bibim bersiv û li dijî dewleta tirk şer bikim. Îro wekî we dîtiye ku li çiyayên Kurdistanê hemû cureyên çekan tên bikaranîn; çekên qedexekirî jî tên bikaranîn. Çekên kîmyewî li Garê,Metîna û Avaşinê bikar anîn. Lê em ji vî şerî re amade ne , em teslîmbûnê qebûl nakin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Şerê me şerê hebûnê ye. Şerê hebûn û tunebûnê ye. Em ji bo mafê xwe şer dikin, ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê şer dikin. Yanî em ji vî şerî re amade ne. Wekî we ditiye li Werxelê jî li Tabura Ereban jî dijmin bi bin ket, teslîm bû û paşve kişiya. Em ê heta kêliya dawiyê jî li ber xwe bidin û helbet em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Wê serkeftin jî ya gerîlayê azadiyê be. Îro tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Em vê qebûl nakin. Ez wek ciwanekî kurd hetanî ku Serok azad nebe ez jiyanê ji xwe re qebûl nakim. Ew Rêberê mirovahiyê ye, ji bo me şer kir, em jî azadiya Serokatî ya fîzîkî dixwazin. Dubare dibêjim; Em wek ciwanên kurd vê jiyanê ji xwe re qebûl nakin. Wekî we ditiye sala 44’emîn a damezirandina PKK’ê ye ji her alî ve guhartin, serkeftinên mezin, berxwedanên bêhempa çêbû, berwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê jî ji bo serkeftineke mezin e. Ez di dawiyê de jî wek ciwanekî efrînî bang li ciwanên efrînî dikim ku tev li nava refên azadiyê û gerîla bibin. Lewre tu rêya rizgarkirina Efrînê ji bilî rêya gerîlatiyê nîn e. Yanî bi gerîlatiyê, tenê em ê Efrînê azad nekin em ê Kurdistanê jî azad bikin. Ji bilî vê tu rêyên ku em azad bibin tune ye. Ji bilî gerîlatiyê em azad nabin. Ji ber vê jî bang li hemû ciwanên Efrîn û Kurdistanê dikim ku di nav refên gerîla de cihê xwe bigirin ku ev rê rêya Azadî ye, rêya şeref û namûsê ye. Di dawiyê de jî dibêjim ku dem dema Azadiyê ye, dem dema azadiyê ye û werin cenga azadiyê ye.

Arviyan Dijwar:

Navê min Arviyan Dijwar e. Ji bajarê Efrînê me. Bandor û sedema tevlibûna min a nav gerîla felsefeya Serokatî û şehîd in. Ji ber vê ez tev li gerîla bûm.

Gelê me gelekî bindest e. Divê em wek jinên ciwan gelê xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Yek ji sedema tevlibûna min jî ev bû. Em ketin sala 44’emîn a damezirandina PKK’ê. Berxwedaniya gerîla ya li dij dijmin didome û serkeftinê herî mezin gerîla bi dest xwe dixe.

Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku werin tev li nav refên gerîla bibin. Ji ber ku azadî azadiya jinan e, partî partiya jinan e. Ji ber vê divê hemû jinên ciwan tev li nav refên gerîla bibin. Ev ceng, cenga azadiyê ye, cenga berxwedan û serkeftinê ye, cenga rûmetê ye. Lewma em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku tev li nav refên azadiyê bibin.

Serîna Baran:

Navê min Serîna Baran e. Ez ji Şehbayê me. Sedema tevlibûna min; Fikrên Serokatî û şehîd bûn. Serokatî felsefeya xwe pêş xist ku em li dij dijminê ku qirkirina li ser jinan dimeşîne û zarokan dikujê şer bikin. Ez ji bo tolhildana Kurdistanê û jinan tev li nav partiyê bûm. Ev ceng cenga azadiyê ye. Em dixwazin ku hûn jî tev li Cenga Azadiyê bibin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar