Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanên ku tev li refên gerîla bûn: Koletî ne qedera gelê me ye

Komek ji ciwanên bakurê Kurdistanê bi gotina ‘komkujî, qirkirin, jiyana koledarî ne qedera gelê me ye’ tev li nava refên gerîla bûn û ev bang li ciwanên kurd kirin: "Li dijî faşîzma Komara Tirkiyeyê, çiya û deştên me li benda me ne."

Navenda Nûçeyan |

Komek ji ciwanên ji bakurê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker tev li nava refên gerîla bû. Ciwanan bi daxuyaniyekê sedema tevlibûna xwe bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Nûçeciwan de hat weşandin, daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Dewleta tirk a dagirker, qirker, faşîst, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û qatilê xwînmij Erdogan ku serokê wê ye, şerê qirkirina gelê kurd didomîne. Ji ber vê sedemê ye ku her roj li ser gelê me û axa bihuştê ya welatê me, her cure polîtîkayên şerê taybet, wêrankirin, kuştinê rewa dibîne; siyaseta xwe maqûl dibîne; her cure mirinê mubah dibîne. Bi tonan bombe û gazên kîmyayî li ser her metre çargoşeya Kurdistanê dibarîne.

Ew tenê mirin, qirkirin, şewitandin û wêrankirinê layiqî av, ax, xweza, can, mal, ciwan, jin û welatê kurdan dibîne. Kujer Erdogan bi rijandina xwîna ciwanên kurd ên bi rûmet bûye Dehaqê serdemê. Îro banga me ji bo ciwanên bi rûmet û leheng ên Kurdistanê ye.

Êdî dem hatiye ku bi tevlibûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye û Werin Cenga Azadiyê’ bibin û tola xwe ji dewleta tirk a faşîst û çeteyên wê yên kontrayan hilînin. Îro dema mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me Rêber Apo ye ku 23 sal in di destê dewleta tirk a qirker, dagirker, faşîst de ye.

Li dijî qatilê xwînmij Erdogan ê ku hewl dide xwîna gelê kurd ê bi rûmet û ciwanên Kurdistanê yên serhildanê vexwe, dem hatiye ku em bibin Kawayê Hesinkar.

Dem dema rawestandina zîhniyet û çeteyên wê ye ku hewl didin gund, tax û kolanên me bikin tiryak, qumar, hêlînên fihûşê û zarok û ciwanên gelê me bi jehrê dixin û bikin ajan.

Li dijî êrîşên qirker, dagirker, faşîst ên dewleta tirk, çeteyên hevkar û kontra yên ku her roj gund, bajarok, bajar, ax û gelê me bombe dikin, dixwazin çiyayên me yên pîroz, welatê me, gelê me bişewitînin û qir bikin, em bibin xwedî tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê û em bibin gerîlayên kurd ên azad û bi rûmet, parastina nirxên xwe bikin.

Ji Bakur heta Başûr, ji Rojava û Rojhilat erk û nîşaneya me ciwanên Kurdistanê ye ku em her bostek ji ax û nirxên welatê xwe yê Kurdistanê biparêzin, tola êş û azarên bi sedsalan bi gelê me hatine kişandin, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Tolhildan heqîqeta ku hesret û daxwazên gelê kurd di xwe de dihewîne û Nûrî Dêrsimî di wesiyeta xwe de ji ciwanên kurd re aniye ziman.

Ji bo ku ciwan û jinên leheng ên Kurdistanê dawî li dagirkerî, kolonyalîzm û faşîzma Komara Tirkiyeyê bînin, çiya û deştên me li benda me ne.

Em; zanin ku komkujî, qirkirin, hevkarî û jiyana koledar ne qedera gel û ciwanên kurd e û em vê jiyanê red dikin. Dem hatiye ku em li ser esasê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe bi pêşengiya gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê, tev li têkoşîna dîrokî bibin û vê têkoşîna bi rûmet bigihînin serkeftinê.

Bi vê têgihiştinê em di çarçoveya pêngava ‘werin cenga azadiyê’ de tev li gerîla dibin û li çiyayên azad gerîlatiyê dikin û li ser rêya ku şehîdên xwe ronî kirine, têkoşîn, berxwedan û azadiyê bi serketinê tacîdar dikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên kurd ên bi rûmet dikin ku bi hişmendiya berpirsyariyên xwe yên dîrokî berê xwe bidin gerîla û xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar