Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanên kurd daketin qadan: Dem hatiye!

Tevgerên Ciwanên Kurd li Fransa, Almanya û Awûstûryayê li gelek bajaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakiyan pêk anîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êvara çarşemê saet di 19:00 de bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re serhildan’ li qada Belle de Mai li hev kom bûn û meşiyan.

Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi zimanê fransî ya bi nivîsa ‘Dem hatiye; Azadî ji Abdullah Ocalan re’ meşiyan. Di meşê de dirûşmên bi kurdî û fransî hatin qîrîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, her wiha faşîzma dewleta tirk hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku bi beşdariya 70 ciwanî pêk hat, posterên Ocalan, alên PKK, KCK û TCŞ’ê hatin hildan.

Ciwanan di rê de gelek belavok belav kirin û ji bo bala mirovan bikişînin ser çalakiyê meşaleyên reng bi reng hildan.

Bi qasî 20 deqeyan li nava bajêr meşiyan û piştre mîtîngek pêk anîn.

Aktîvîstekî TCŞ’ê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê ji çalakgeran re axivî û got ku heta ku dawî li faşîzma dewleta tirk bê anîn û Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe dê li qadan bin.

Aktîvîstê TCŞ’ê bang li ciwanên kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku berxwedanê mezin bikin û got ku roj roja azadiya bi Rêber Apo re ye.

BORDEAÛX

Ciwanên TCŞ’ê li navenda bajarê Bordeaûxê, li pêşiya Grand Theatreyê jî li hev kom bûn. Çalakiyê saet di 19:00 de dest pê kir û ciwanan pankarta bi fransî ya bi nivîsa ‘Azadî ji Ocalan re’ hildan.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Erdogan faşîst’ û ‘Rejîma tirk a faşîst rawestîne’ qîriyan, nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd dan û xwestin ku Ocalan ji aliyê fîzîkî ve bê azadkirin.

Di çalakiyê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û tecrîdê belavok hatin belavkirin. Çalakî bi qasî 40 deqeyan dewam kir û bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

VIYANA

Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê bi heman armancê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) mîtîngek li dar xistin.

Mîtîngê saet di 17:00 de li Bûndesplatzê dest pê kir. Di çalakiyê de standek ji pirtûk û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn û hin ji beşên pirtûkên Ocalan hatin xwendin.

Di çalakiyê de her wiha belavokek li ser tecrîdê hate xwendin. Xwendekarên kurd bi dirûşma ‘Nêrîn nikarin bên girtin! Azadî ji Rêber Apo re’ roja çarşemê dest bi çalakiyên ji bo nasandina fikrên Ocalan kiribûn.

Hefteya bê jî wê roja çarşemê bi heman armancê mîtîngek bê lidarxistin.

MANNHEÎM

Ciwanên endamên TCŞ û JXK’ê ji bo şermezarkirina tecrîdê li bajarê Mannheîm ê Almanyayê stand danîn.

Çalakî li stasyona trenê ya navendî pêk hat û têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, her wiha zext û zordariya li kurdan û siyasetmedaran, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk raya giştî hate agahdarkirin.

Çalakgeran piştre daxuyaniyek dan û ji bo pêşîgirtina li bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku hikûmeteke şer e, wê li her cihî çalakiyên xwe dewam bikin.

Her wiha hate gotin: “Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe, lewma wê vê rastiyê timî li bîra cîhanê bixin.”

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê Almanyayê jî ciwanên endamên TCŞ’ê bi heman armancê çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan afîşên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên bi nivîsa ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hev re Serhildan’ li deverên cuda yên bajêr ve kirin.  MARSÎLYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar