Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanên kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê li ser piyan e

Ciwanên kurd li Villiers Le Bel a Parîsê li hev civiyan û li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk meşiyan. Her wiha li Basel û Bernê, li dijî dagirkerî û xiyanetê li avahiyên PDK'ê dest bi çalakiyan kirin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşîn gelê kurd radibe ser piyan, bi çalakiyên xwe hem êrîşên dagirkeriyê hem jî xiyaneta mala Barzanî şermezar dikin.

Bi dehan ciwanên kurd ên li banliyo Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser Kurdistanê meşiyan.

Girseya gel bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Her cihê ku paradîgma, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo lê geş dibe, şopê hêviyê ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê ya xayîn êrişên xwe herî zêde li hember cihên ku paradîgmaya Rêber Apo lê dijî zêde dike. Çi li Rojava be, çi Şengal be, çi Herêmên Parastinê yên Medyayê be… Dema ku ev êriş bi ser nekevin, sûcê şer dikin. Gaza kîmyewî bikar tînin. Divê helwesteke navneteweyî ya zelal hebe.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe!”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Şengal û Rojava” bi dawî bû.

Ciwanan li avahiyên PDK’ê dest bi çalakiyan kirin

Her wiha ciwanên kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê, li bajarê Baselê yê Swîsreyê li nava saziyeke PDK’ê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. Ciwan xwedî li berxwedana gerîla derketin û çalakiya xwe hîn jî dewam dikin.

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî ciwanên kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê çalakiyan dewam dikin. Komek ji ciwanên kurd li Nûnertiya PDK’ê ya li Bernê û dagirkerî û hevkariya bi dagirkeriyê şermezar kirin û dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Li Stockholmê xwepêşandana ji bo Şengalê

Li aliyê din Kurdistaniyên li Stockholmê doh bi şev li hemberî êrişa li ser Şengalê daketin meydanan.

Piştî agahî hat ku artêşa Iraqê bi çek û cebilxaneya giran Şengal dorpêç kiriye, li gelek  welatên Ewropayê bi hêrseke mezin Kurdistanî duh şevê li meydanan bûn. Kurdistaniyên li Swêdê jî li bajarê Stockholmê xwepêşandanek lidarxistin. Li ser bangewaziya NCDK Stockholmê, derengiya şevê gelek welatî li Centralstation (îstasyona navendî) kom bûn. Kurdistaniyan bi dirûşm û pankartên xwe destwerdana ser Şengalê şermezar kirin.

Ji Meclîsa Jin a Amarayê Ayşe Goktepe daxuyaniyek xwend û wiha got: ‘Yên ku Şengalê bêxwedî hiştine, bi qetlîamê re rûbirû kirine îro destdirêjiyê serkeftina gelê êzidî dikin. Dema vî tiştî dikin, bi telîmat û tifaqa dewleta tirk re pêktînin. Bila hemû dinya bizanibe ku heta dawiyê em ê axa Êzidxan biparêzin. Wê hemû dinya bibîne ku kesên ji bo berjewendiyên erzan tifaqê bi dijminên gelê kurd re kiriye, wê têk biçe. DAIŞ’ê li ser Şengalê fermanekî wisa da, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev der bûye wicdana mirovahiyê. Em bang li her kesî dikin ku li dijî destwerdana ser Şengalê bêdeng nemînin.’

Welatiyên Swêdî jî piştevaniya xwepêşandanê kirin. Xwepêşandan nêzî du saet dewam kir. Li centralstatiounê dirûşmên ‘Bijî Kurdistan, bimire koledar, bimire xiyanet’ bilind bû. Hat diyarkirin ku roja Çarşemê wê xwepêşandaneke girseyî were lidarxistin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar