Li paytexta Îngilistan Londonê, ciwanan li dijî dagirkeriyê li pêşiya nûnertiya PDK’ê çalakî lidar xistin.
Ciwanên kurd êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, li Londonê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Ciwanên ku li pêşiya nûnertiya PDK’ê li hev civiyan, ji bo Mesrûr Barzanî derkeve derve li pêşiya avahiyê çalakiyê dewam dikin.
Di çalakiyê de ku bi giranî ciwanên ji başûrê Kurdistanê tev li bûne, bi dirûşman hatina Barzanî tê şermezarkirin.
Li gel destwerdana polîsan jî çalakiya ciwanan dewam dike.