Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên kurd xwedî li gerîla derketin

Bi dehan koçberên ji Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê ji bo xwedîderketina li gerîla meşeke girseyî lidar xistin. Her wiha ciwanên Kobanê jî bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê, em ê xiyanetê têk bibin" li dijî dagirkeriyê meşiyan. Meş li navçeya Qinê pêk hat

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelê kurd li her deverê bi çalakiyên cihêreng bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Bi dehan koçberên ji Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê ji bo xwedîderketina li gerîla meşeke girseyî lidar xistin.

Meş ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate lidarxistin û şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî tevlî bûn. Girseya gel ji Xaçerêya Dîsîplîna Leşkerî dest bi meşê kir û li xaçerêya şaredariyê mîtîng lidar xist. Endama Koantona Kobanê ya Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed li mîtîngê axivî û êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kir.

Hebûn Mihemed diyar kir ku Malbata Barzanî xizmetê ji planên dewleta tirk a dagirker re dike û dewleta tirk jî hewl dide bi dagirkirina herêmê re gelan qir bike. Hebûn Mihemed destnîşan kir ku gelên herêmê bi taybetî jî ciwan li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dan û bi ser ketin. Hebûn Mihemed diayr kir ku ti hêz nikare vê îradeyê bişikîne.

Ciwanên Kobanê: Em bi gerîla re ne

Her wiha jinên ciwan ên navçeya Qinê ya Kobanê jî bi meşekê îxaneta malbata Berzanî şermezar kirin û piştgirî dan gerîlayên azadiya Kurdistanê. Meş li pêşiya Meclîsa Navçeya Qinê dest pê kir û heta gundê Êlecaxê domiya. Di meşê de piştî ku ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû partiyan hate kirin ku bila li hemberî îxaneta malbata Berzanî bêdeng nemînin û ev tişt hate gotin: “Faşîzma dewleta tirk bi destê malbata Berzanî li ser Kurdan siyaseteke pir qirêj dide meşandin. Di navbera dewleta tirk a dagirker û malbata Berzanî de ji bo têkbirina gerîlayên azadiya Kurdistanê planên pir qirêj tên kirin.  Em jî diyar dikin ku em ê bi her awayî piştgiriyê bidin gerîlayan û ji me çi were xwestin em amade ne. Xeyala dewleta tirk ev bû ku deriyê Çiyayê Qendîlê were tune kirin lê xeyalên dewleta Tirk û ya malbata Berzaniyan li Zap, Avaşîn û Metînayê têk diçe. Divê neyê jibîrkirin di temamê dîrokê de malbata Berzanî her dem xayîntî û îxanet kirine.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelan û ciwanan hate kirin ku ji bo têkoşînê rabin ser xwe û li hemberî siyaseta dewleta tirk û ya malbata Berzanî dest bi çalakiyan bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar