Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ciwanên nû tevli PKK’ê bûn: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e

Ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê 47 ciwan tevli nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dê li dijî feraset û pergala qetilker-qirker a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin. Her wiha ciwana di daxuyaniyê de bang li malbatên xwe yên li ber deriyê HDP’ê jî kirin

Di demekê de ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’î nerazîbûneke mezin tê nîşandan, bi serkêşiya MÎT’ê û Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di bi navê ‘vegerandina zarokên tevli PKK’ê bûne’ hin malbat li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatin komkirin. Ciwanên ku nû tevli PKK’ê bûn bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li nîqaşên di vê der barê de tên kirin anîn. Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê 47 ciwanan li Behdînanê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin û diyar kirin ku ew tevli nava refên gerîla bûne. Ciwanan alên KCK, PKK û HPG’ê hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire faşîzma AKP-MHP’ê” berz kirin.

Ciwanan diyar kirin ku ew dixwazin pergal û feraseta komkujiyê-qirker a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin û li şûna wê pergala demokratîk a gelan ava bikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ya ku em ê herî dawî bêjin em di destpêkê de dibêjin; Em vê gava xwe li dijî pergala û feraseta derewîn, hîlekar, sextekar, tecawizkar, îşkencekar, qirker-komkujiyê û ‘li nava Osmaniyan lîstik naqedin’ weke ‘Pêngava berxwedana mezin a ji bo jiyana rastî û azad’ pênase dikin û dixwazin ku her kes bi vê zanibin. Li dijî yên ku berxwedanên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Agirî bi komkujiyên mezin tepisandin, li dijî yên ku bi binpêkirina hiqûq û qanûnên xwe Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li navenda îşkenceyê ya Îmraliyê tecrîd kirine, li dijî yên ku li Newrozan, li kolanan, li meşan bêhincet jin, zarok, ciwan, extiyar mirov kaş kirin bi hêrs in. Yên ku zarokên ji bo nan bibe mala xwe, ji bo lêçûna xwe ya dibistanê qezenç bike li sînor bazirganiyê dikin dikujin, zarokên xwe di nava kêf û xweşiyê de li vîllayan, li qesran li ‘keştiyan’ didin jiyîn. Bi trilyonan pereyî li qutiyên pêlavan vedişêrin û ji bo jiyaneke dejenere bijîn raporên ‘pûç’ werdigirin. Li sazî û weqfên dewletê û AKP’ê destavêtin, destdirêjî û hemû kiryarên bi vî rengî li zarokan rewa dibînin.”

Li aliyekî malbatan bi kar tînin, li alıyê din bombeyan li ciwanan dibarînin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tecawizkar û kujerên ku ji dadgeriya we hêzê werdigirin û bi rengekî aşkere jinan dikujin, bi tu awayî nayên cezakirin û mîna mekîneyeke sûc li naverastê digerin. Li dijî sîstem û desthilatdariya derewîn, hîlekar, sextekar, tecawizkar, îşkencekar, kujer-qirker a faşîst a AKP-MHP’ê em bi hêrs in, ku ev desthilatdarî di serî de hilbijartiyên gelê kurd, nûnerên saziyên demokratîk, her kesên li dijî feraseta wê ya kujer derdikevin digire, dîrok, xweza, heywan û zindiyên Kurdistanê bi balafirên xwe yên şer ên ji dewletên emperyalîst bi bacên gelan wergirtine dişewitînin, dikujin, hildiweşînin û bi medya xwe vê rastiya xwe dinixumînin. Li dijî vê desthilatdariyê em gelekî bi hêrs in. Em li dijî sîstema we bi hêrs in ku li şûna şaredarên hatine hilbijartin we walî û qeymeqamên xwe yên dagirker tayîn kirine. Ji bo vegerandina ciwanên bi rûmet ên van sûcdariyên we qebûl nakin ji aliyekî ve hûn malbatan bi kar tînin, li aliyê din jî tank, top û balafirên şer ji bo qetilkirina van ciwanan bi kar tînin, gund, deşt û çiya bombe dikin û di weşanên medya xwe de derewan dikin, atmosfereke derewîn diafirînin. Em li dijî vê rewşa we gelekî bi hêrs in.”

Rêya berxwedan û têkoşînê

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hin rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û meleyên ku xwe kirine amûrek ji vê operasyona xapandinê, dema ku li Roboskî 34 zarok bi bombeyên balafirên şer hatin parçekirin dengê xwe dernexistin û wiha hat gotin: “Li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Farqîn û Licê dema ku ciwan, zarok, jin, extiyar li jêrzemînan hatin qetilkirin, dema ku cenazeyê zarokên bi fîşekên tetîkkêşên şerê taybet hatin qetilkirin ji bo xeranebin dayikan dixistin sarincê, hûn bi bayê bezê tevlî senaryoya MÎT’ê bûn ku bi fermana desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hate amadekirin. Em li dijî vê feraset û bê exlaqiya we bi hêrs in.”

Bang li malbatên xwe kirin

Di daxuyaniyê de ev bang jî li malbatan hat kirin: “Em dibînin ku di dema dawî de li dijî malbatên ciwanên ku tevlî nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd bûne lîstik hatine lîstin. Ti malbat nemane ku serî li wan nedane, ya jî bi dek û dolaban zext li wan nehatiye kirin. Lê belê tevî ku gelek malbatan nerazîbûn nîşan dan mixabin hin malbat ketin vê xefikê û li ber avahiya HDP’ê di bin navê ‘zarokên me bînin’ bûn amûrek ji vê lîstikê. Em bang li malbatên xwe û hemû malbatan dikin; ji ber sedemên ku me destnîşan kir, li dijî sîstema derewîn, hîlekar, komkujî-qirker û zordar me li çiyayên azad rêya berxwedanê û têkoşînê hilbijartin. Ev yek ji bo me şeref e. Bila ew malbat bi propagandaya qirêj a koma şerê taybet a Suleyman Soysûzan nexapin ku hilbijartinên gelê kurd digirin, her roj bi gotina yek milet kurdan tune dibînin. Bila ciwanên ku rûmetê didin vî gelî, hebûna vî gelî diparêzin fêhm bikin, vê têkoşînê fêhm bikin. Ji ber ku jiyana azad û rasteqîn li vê deverê ye.”

47 ciwanên ku daxuyanî dane

Piştî daxuyaniyê ciwanan navên xwe ji raya giştî re aşkere kirin: Elîf Alpşen, Nûrcan Çelîk, Pinar Gezgor, Ezgî Çinar, Gulay Akinci, Berfîn Yaşar, Dîlan Ozkiliç, Kader Bîlen, Derya Kaçar, Şenay Harmanci, Mahmût Tosûn, Huseyîn Akar, Ridvan Olmez, Lokman Akar, Yûsûf Arslan, Delal Arslan, Şoreş Kalay, Firat Demîr, Bawer Akboga, Kerem Kararagar, Mûrat Ersan, Serhat Ersan, Sûat Parsak, Tûran Yunoglû, Mazlûm Yilmaz, Sîdar Ozdemîr, Kawa Şîmşek, Erdal Sozlu, Emîn Karabag, Ceyhûn Pinar, Devran Yaman, Ozkan Bûgdayci, Salîh Karakûş, Mazlûm Akça, Bawer Yucel, Şoreş Çîftçî, Cemal Seçkîn, Umît Babat, Kamûran Kaymaz, Emîn Kosen, Bunyamîn Çetînkaya, Mahîr Çelebî, Erdem Çelîk, Suleyman Olmez, Şervan Akkoyûn, Cîhan Kiran û Yaren Dundar.”

Ciwanên ku tevlî gerîla bûn piştî daxuyaniyê bi dirûşman berê xwe dan çeperên xwe yên perwerde û şer. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar