Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê dicivin

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dê di 20’ê sibatê de li Kobanê bê lidarxistin. Tê payîn ku dê ji gelek dewletên Rojhilata Navîn bi sedan ciwan tev li konferansê bibin. Komîteya amadekar a konferansê banga tevlêbûnê li ciwanan kir

Ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Tê payîn ku konferans dê di 20’ê sibatê de li Kobanê bê lidarxistin. Têkildarî mijarê endamê Komîteya Amadekar a 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Ebdilxenî Omar û endama Komîteya Dîplomasî ya 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Sêal Hiso bi ANHA’yê re axivîn.

Yekemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di sala 2015’an de li Amedê hatibû lidarxistin. Yek ji biryarên konferansê ew bû ku ciwan duyemîn konferansa ciwanan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de jî Înîsiyatîfa Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên girîng kirin û piştî nîqaşên girîng, di 14’ê tîrmeha sala 2018’an de Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ava kirin. Di înîsiyatîfê de tevî ciwanên kurd, ciwanên ereb, ermen, tirk û tirkmen jî hene.

Li Kobanê tê lidarxistin

Di heman demê de nûnerên Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, Komalên Ciwanan, Partiya Muhafazakarên Demokratîk, Yekitiya Ciwanên Rojava, Yekitiya Jinên Ciwan, MLKP, Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan, Desteya Niştimaniya Erebî, Tevgera Ciwanên Ereb û Koordînasyona Ciwanên Kurd hene. Înîsiyatîf dê 2’yemîn konferansa xwe jî di 20’ê vê mehê de li Kobanê bi dirûşma ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk’ li dar bixin. Di konferansê de dê nûnerên gelek rêxistinên ciwanan ên Rojhilata Navîn jî amade bin. Hejmara delegeyên di konferansê de jî dê di navbera 350-400 de be.

Armancên konferansê

Armancên demkurt ên konferansê jî weke naskirina tevger, rêxistin û kesayetên têkoşer ên Rojhilata Navîn, nîqaşkirina krîzên  Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê û avakirina mêkanîzmayên hevbeş hatiye destnîşankirin. Armancên demdirêj ên konferansê jî weke; ‘avakirina ruhekî hevbeş a ji bo têkoşîna Rojhilata Navîn a demokratik û sosyalîst, mezinkirina xeta gelan a demokratîk û belavkirina perspektîfên serhildan û şoreşa li hemberî desthiladariyên Rojhilata Navîn’ hatine destnîşankirin.

Gelek derdorên cuda hatine vexwendin

Der barê mijarê de Ebdilxenî Omar axivî û got ku armanca wan ew e ku li dijî dagirkeriya li ser Rojhilata Navîn, avakirina yekitiya ciwanên Rojhilata Navîn e.  Omar diyar kir ku di komîteya amadekar de 28 endamên ku ji hemû pêkhateyan pêk tê hene û ji komîteyên birdozî, ragihandin, têkilî û teknîkî pêk tê. Omar bi lêv kir ku gelek ciwan ji bo konferansê hatine vexwendin û dê ciwanên ji gelek dewletan di konferansê de amade bin. Omar anî ziman ku lidarxistin konferansê dê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk jî bibe peyameke girîng.

Yek ji mijarên girîng jî zexta li ser jinan e

Endama komîteya dîplomasiyê Sêal Hiso jî got u yek ji armancên konferansê jî nîqaşkirina pirsgirêk û êrîşên li ser  jinên ciwan ên Rojhilata Navîn e û wiha domand: “Bi taybetî li dijî koletiya li Rojhilata Navîn a li ser jinê tê ferzkirin, dê ev konferans gaveke girîng be. Gelek mijarên têkildarî dîroka jinê dê di konferansê de bên nîqaşkirin. Bi taybetî jî destdirêjiyên dewletên dagirker ên li ser vîn û bedena jinê dê bibin mijarên girîng ên konferansê. Em dixwazin koletiya li ser jinê ferz kirin, bişikînin. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku tev li konferansê bibin. Tevlibûneke xurt dê ji êrîşên li dijî ciwanan re jî bibe bersiveke xurt.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar