Ciwanên sosyalîst ên rûs, pirtûka ‘Jiyana min her tim şer bû’ ya yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi rûsî weşandin.
Piştî karê salekê, bergê yekemîn ê pirtûkê ji aliyê Weşanxaneya Teorî û Pratîka Radîkal ve hate weşandin.
Pirtûk ji îngilîzî ji aliyê Darya Balakîna ve hate wergerandin, Dmîtrîî Petrov redaketeya wê kir û ji aliyê Îrîna Petrova, Dmîtrîî Sîdorov û Yekaterîna Selîvanova ve hate sererastkirin. Mîzanpaja wê ji aliyê Vladîmîr Barçînskîî û wêneyê bergê wê jî ji aliyê Olya Gorşe ve hate çêkirin.
Ciwanên rûs ên ku şoreşa Kurdistanê bala wan dikişîne, plan dikin ku bergê duyemîn ê pirtûka Sakîne Cansiz dema bê biweşînin. MOSKOV