Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Ciwanên Şengalê ji bo şikandina tecrîdê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştgiriya ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê meşiyan û ev tişt anîn ziman: “Weke ciwanên êzidî heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin wê têkoşîna me bidome. Em ê dawî li tecrîdê bînin.”

Yekîtiya Jinên Ciwan û ciwanên Êzidxanê li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştgiriya berxwedana gerîla li Şengalê bi beşdariya meclisên Şengalê meşeke dirêj li dar xistin.

Meşa ku ji navçeya Sinûnê heta Bexçeyê Rêber Apo berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankarta “Heke parastin nînbe, azadî jî nabe” hatin rakirin û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre îxanet” berz kirin. Piştî meşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê Avêsta Şengalî daxuyanî xwend.

Avêsta Şengalî da zanîn ku ew ê dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin û wiha got: “25 sal in ku Rêber Apo bi awayekî derhiquqî û dermirovî di zindana Îmraliyê de girtiye. 40 meh in tu agahî jê nayê girtin. Têkiliyên malbat û parêzeran ên pê re hatine qutkirin. Em weke Tevgera Ciwanên Êzidxanê li hemberî vê tecrîda li ser rêberê xwe, em ê di nava têkoşînê de bin. Em ê hesab ji faşîzma tirk bixwazin. Em ber bi salvegera komploya 9’ê Cotmehê ve diçin. Bi vê wesîleyê em hemû komplogeran şermezar dikin. Pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo sala xwe temam dike. Weke ciwanên êzidî em ê têkoşîna xwe di vê salê de mezintir bikin heta ku azadiya fizîkî bi dest dixin.”

Endama Meclisa gundê Borik Tewrê Hisên jî axivî û da zanîn ku heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê li ser piyan bin û wiha got: “Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê em Rêberê xwe ji zindanê derxin. Barekî giran li ser milên me ye divê em agahiyek ji Rêberê xwe bigrin. Çi ji me bê xwestin em ê ji Rêber Apo re bikin ji ber ku em deyndarên Rêber Apo ne.“

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Hala Şingalî jî nêrîn û bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Îro em weke ciwanên Ezidxanê kom bûne û meşeke ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê û ji bo piştgiriya bi gerîla re li dar dixin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar