Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ciwanên Şengalê xwedî li berxwedana gerîla derketin

Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan. Ciwan wiha got: "Gerîla di roja herî tarî de bi hawara me ve hatin û em ji fermanê rizgar kirin. Ji me çi bê xwestin em ê jî wê bikin."

Yekîtiya Ciwanan û Jinên Êzidî ên Şengalê, bi daxuyaniyek piştgirî dan berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star ya li hemberî êrişên dewleta tirk û PDK’ê yên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê.

Ciwanan diyarkirin ku gerîlayên azadiyê ne bi tenê ne, bê xwestin ew ê jî wek ciwanên êzidî berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê û mil bi milê gerîla re li dijî dagirkeran şer bikin. Ciwanan gotin; “Em ji bo Kurdistanek serbixwe, Êzidxanek Xweser û Iraqek demokratîk, şer bikin.”

Di daxuyaniya ciwanan de ya li nehiya Sinûnê ya Şengalê hate dayin, ev tişt gotin: “Hêzên dewleta tirk û Erdoganê bê ehlaq û bênamus carek din li Zap, Metîna û Avaşînê êrişî gerîla dike. Gerîlay di roja reş de bi hewara gelê me hatin û me ji fermana û komkujiyan xilas kirin. Çi ji me bê xwestin emê bikin, di dîrokê de di hemû fermanên bi serê gelê kurd û civaka Êzidî hatine, destê mala Barzanî têde hebûye. Malbata Barzanî îro koleyê Erdoganê bênamûs û bê ehlaqe. Dîsa dixwazin bi planekê, Şengalê bigrin, ji bo wê jî artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzidxanê kir.

Çawa ev ax bi xwîna cangoriyan, Zerdeşt û Mam Zekiyan hate rizgarkirin, em jî weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî, li ser heman rêyê bin. Em îro bi asayîş û hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ’ê rene. Em hemû dizanin HPG bi awayek fermî ji Şengalê derketiye, dibin çavdêriya dewleta Iraqê de ev pêkhat. Dagirker di dîrokê de hertim xwestine vê civakê dagir û talan bikin. Emê hertim li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li Iraqê dikin, daxwazên Şengalê pêkbînin, ger nebe emê heya dawî wek ciwan, li rexa asayîş û hêzên xwe bin. Bila baş bizanibin, ev ax bi hêsanî nehatiye rizgarkirin, bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em ti carî gav paş de navêjîn, di serî de Mistefa Kazimî, bila ji bo Şengalê ti hêcetan dernexe. Em wek ciwanên Êzidxanê ji her tiştî re amadene.

Hizbek weke ya PDK’ê mala Barzanî, ji xwe şerm nake. Heya duh pêşmergeyên wî ji axa Şengalê reviyan, duh bu ev ax di nav lepên DAIŞ’ê de hêla. Em ne hewceyî Barzanî û îxanetkaranin. Gerîlayên me ne bi tenêne, bê xwestin emê biçin mil bidin milê gerîlan û ji bo Kurdistanek azad, Êzidxanek Xweser û Iraqek demokrat şer bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar