Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ciwanên şengalî: Em ê Rêberê xwe azad bikin

Piştî 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, bi sedan ciwan soz dan ku ew ê pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û ev peyam dan: “Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin, Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê Şengaleke xweser ava bikin

Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê duh li komelgeha Dîgurê ya Şengalê 3’yemîn konferansa xwe bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî serbixin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xist. Di konferansê de bi sedan ciwanên êzidî, ereb û tirkmen li hev kom bûn, di çarçoveya fikrê netewaya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji mijara parastina cewherî heya têkoşîna li dijî xiyanetê nîqaşên girîng meşandin, biryarên girîng dan.

Ji Şengalê heta Deşta Nînovayê, rojeva bingehîn ya ciwanên êzidî, ereb û tirkmen azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Piştî ku konferans bidawî bû, bi sedan ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan daxuyaniyeke taybet dan û ji raya giştî re ragihandin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û pergala Îmraliyê parçe bikin. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Zêdan Şengalî ve hat xwendin.

 ‘Konferans bi fikir û felsefeya Rêber Apo hat lidarxistin’

Di daxuyaniyê de pêngava ku li seranserê cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Me 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî biserxin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidarxist. Konferansa ciwanên Êzîdxanê bi fikir û paradigmaya Rêber Apo hat lidarxistin. Em ê biryar û helwesta konferansê pêk bînin, bikin bingeha xurtkirina têkoşînê da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Heta azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê em nasekinin

Wekî ciwanên Êzîdxanê em ê tu carî esareta Rêberê xwe qebûl nekin. Em ê ji dijminên mirovahiyê hesabê bixwazin. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo ruh da civaka êzidî, dost û dijminê xwe bi saya Rêber Apo nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo rêberê me ye. Heta ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo bidest nexin û Şengaleke xweser ava nekin em tu carî nasekinin.

Me ji fermanê dersên dîrokî derxistin

Me di 74 fermanan de dît ku yên xwe wekî dostên êzidiyan nîşan didan, di rojên herî bi zehmet de ev civak bi fermanê re rûbirû hiştin. Me ji vê rastiyê dersên dîrokî derxistine. Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin û perwerde bikin. Me hêza xwe ya parastinê ava kir. Ev hemû bi saya Rêberê gelên azadîxwaz Rêber Apo pêk hat.

Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin

Dewleta tirk a qirker û dijminê kokê êdî nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne. Em ê bi biryariyeke xurt û bi ruhê ciwantiya Apoyî teqez biserkevin. Ev soza me ya şehîdan, soza me ya Rêber Apo, soza me ya Êzîdxana pîroz e. Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin, parçe bikin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê welatekî azad bi xewn û xeyalê Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt, Pîr Çeko, Vejîn û hemû şehîdan pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar