Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ciwanên şoreşger dest bi ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin

Ciwanên kurdistanî û enternasyonalîst amadekiriya 'Rêwîtiya Azadiyê' dikin. Komîteya çalakiyê daxuyand ku di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de çalakî wê were lidarxistin û bang li ciwanan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.

Ciwanên şoreşger ên li Ewropayê dijîn çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku di 9’ê Sibata 2024’an de wê ya duyemîn bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bê lidarxistin, Çalakî wê li bajarê Mannheîm ê Almanyayê destpê bike û wê di 16’ê Sibatê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi konferansa ji bo Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Têkildarî çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ komîteya amadekar daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Abdullah Ocalan 25 sal in bi rengekî tecrîdkirî dîlgirtî ye û hate gotin, “15’ê Sibatê ku dema komploya navneteweyî ye ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd hate kirin, di heman demê de roja qirkirina kurdan e.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tecrîda ku dewama komploya navneteweyî ye bi karaktereke navneteweyî dewam dike û hate gotin, “36 meh in agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Jin û ciwanên kurd ev tecrîd û sîstema qirkirinê tu carî qebûl nekirin. Her gavê û di her şert û mercî de jin û ciwanên kurd li dora Rêberê xwe bûne xeleka ji agir û nehiştin komploya navneteweyî bi ser bikeve. Di demekê de ku komploya navneteweyî hatiye nûkirin û êrîşên qirkirinê zêde bûne, em ciwanên kurd konsepta tunekirinê nas nakin, awa ku hevrêyên me li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî faşîzma tirk têdikoşin, em ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Li ser vê bingehê, Meşa Ciwanan a Almanyayê ku zêdeyî 25 sal in bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ tê lidarxistin û em bang li ciwanên kurd hemûyan dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin. Ev meşa me ku di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de tê lidarxistin ku gelên cîhanê pêngav da destpêkirin, bi tevlîbûna ciwanên Kurdistanî wê hêzê bide pêngavê.”

Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar bernameya çalakiyê bi vî rengî ye:

“09.02.2024 – Kombûn – Mannheîm

10.02.2024 – Roja yekemîn – Mannheîm HBF

11.02.2024 – Roja duyemîn – Heîdelberg – Hockenheîm

12.02.2024 – Roja sêyemîn – Hombûrg – Neûnkîrchen

13.02.2024– Roja çaremîn – Frîedrîchsthal – Saarbrucken

14.02.2024– Roja pêncemîn – Saarbrucken

15.02.2024– Roja şeşemîn – Strasboûrg

16.02.2024– Roja heftemîn – Konferansa li Strasboûrgê”

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku ji navnîşana [email protected] agahî li ser çalakiyê dikarin bêne wergirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar