Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ciwanên şoreşger konferansa xwe pêk anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê 3’yemîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de hat destnîşankirin ciwan avakirina neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk weke erka xwe dibînin. Ciwanan got ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî jê dê çalakiyên cur bi cur li dar bixin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê 3’yemîn konferansa xwe bi dirûşma ‘Bi tekoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin’ û bi tevlêbûna bi sedan ciwanên herêma Firatê li eywana ciwanan a Kobanê li dar xist.

Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ala ciwanan û pankartên bi nivîsên ‘Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Sûriyeyeke azad ava bikin’ hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dîwan hate hilbijartin. Di berdewama konferansê de endamê tevgerê Mazlum Misto nirxandinên Ocalan xwendin. Piştre jî der barê kar û barê ciwanan de sînevîzyonek hat pêşkeşkirin. Encama kar û xebatên salekê jî ji hêla endama tevgerê Peyman Elî ve hat xwendin.

Biryarên konferansê

Di konferansê de biryaren hatin girtin wiha ne:

 Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî em ê bênavber çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Em hemû cureyên polîtîkayên weke fuhuş, hişbir û sîxûrkirinê red dikin û dê li dijî wan têbikoşin.

Em, avakirina neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk weke erka xwe dibînin.

Ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk û paradigmaya Rêber Apo jiyanî bibe, em ê  perwerdeyên bîrdozî hîn xurttir bikin.

Di serî de li dijî faşîzma dewleta tirk a dagirker û hemû dagirkeriyê, ji bo xwedîderketina welat û axa xwe, xurtkirin û pêşxistina hişmendiya xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî Ciwanan weke erkekî sereke dibîne.

Ji bo mezinkirina hêzên me YPG-YPJ’ê xwe berpirsyar dibînin.

Dê perwerdeya Jineolojiyê bê pêşxistin.

Ji bo pêşxistina çanda xwendinê dê xebat bên kirin.”

Di dawiya konferansê de 16 kes ji bo Meclisa Ciwanên a Kantona Kobanê hatin hilbijartin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar