Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çiya, av û meşa gerîla…

Ew  tên… Li çiyê binêrin… Bi wan piştrast bin, bi hêviya we tên…

Dengê muzîkê tê. Li serê çiyê hîn jî berf heye. Demsal havîn e, hewa germ e, giha zer bûye… Ji serê çiyê heta newalan qadên daristanî xuya dikin. Pelê daran hîn şîn in. Her ku mirov xwe berdidin nava newalê dengê avê tê mirovan. Bi germbûna hewanê re av jî kêm bûye. Ji nişka ve di nava avê de dengê lingan tê. Li qiraxa çem dar hene. Gelo ev dengê lingê kê ye?

Bi dehan sal in li van çiyayan digerin. Bêyî biwestin. Zivistanê di serma û seqemê de, di germa dijwar de sekin li wan nabe, her tim dimeşin. Vê carê di nava çem de dimeşin, car carna bejna xwe datînin û dimeşin. Di destê wan de çekên sivik, li pişta wan jî mertalekî ku wan ji balafirên keşfê diparêze. Li hin deveran jî dibezin. Nahêlin ku şopa wan xuya bike. Di lingê gelekan de mekap heye.

Piştî ku ji nava avê derdikevin bi yek rêzê dimeşin. Meş dirêj e. Hêvî û lêgerîneke mezin bi wan re heye. Li van çiyayan, li nava vê avê, bi van kevir û daran re hesreteke mezin heye. Hêvî û êşa bi hezaran salan bi wan re ye.

Dimeşin, barê dîrokê dane ser milê xwe û li çiyê dimeşin. Guh bidin dengê lingê wan. Ew zarokên Kurdistanê ne. Ew zarokên van çiyayan e, ew parêzvanên çiyayan e. Çiya wan, ew jî çiyê diparêzin. Li biniya çiyayan newal hene, hesret û hêviya xwe dibin wan newalan. Li pişta wan, di dil û çavên wan de azadî hene.

Li ser serê çiyê binerin, hûnê wan bibînin. Niha jî berê xwe bidin jêrê, li biniya çiyê liv û tevgerek heye. Bi baldarî lê binerin, hûn ê bibînin. Piştre guh bidin dengê bê, guh bidin bayê ku çilo dihejîne, guh bidin dengê wan lingan. Naskirî ne, ne welê?

Ew zarokên we ne, xwişk û birayê we ne, xizm û dostê we ne, heval û hevrêyên we ne. Piştrast bin. Ew tên. Li çiyê binerin, bi wan piştrast bin, hêviyên we tînin.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar