Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya kurd di hevpeyvîneke bi ANHA’yê re geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, encamên civînên Soçî û Tehranê, helwestên dewletên garantorên agirbestê ji binpêkirinên dewleta tirk ên li ser herêmê, hewldanên lihevhatinê yên dewleta tirk bi rejîma Şamê re û mijara nûjenkirina lihevkirina Edeneyê nirxandin.
Hevpeyvîna bi Bedran Çiya kurd re hatiye kirin wiha ye:
Piştî civînên Tehran û Soçiyê û civîna NATO’yê, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê berfirehtir û dijwartir bûn. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?
Rejîma tirk ji gelek aliyan ve wekî NATO, Rûsya û koma Astanayê hewldan ku êrîşî herêmê bike û destûra pêkanîna êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire, lê ev yek çênebû. Ji ber ku her êrîşeke Tirkiyê wê ziyanê bigihîne berjewendiyên gelek dewletan, bi taybet Rûsya û Îranê. Ji ber vê destûr nedan Tirkiyê ku êrîşeke bejahî pêk bîne, li beramberî wê destûr dan ku êrîşên hewayî bi rêya balafirên bêmirov ên biçek pêk bîne.
Em mijarê wiha dinirxînin; ev dewlet her êrîşeke leşkerî ya bejahî red dikin, lê di heman demê de dihêlin ku Tirkiyê êrîşên bi balafirên bêmirov ên biçek pêk bîne û çavê xwe li van êrîşan digirin. Ev êrîş bi rêbazên din dewam dikin, niştecihên herêmên ewle, fermandarên YPJ û HSD’ê têne hedefgirtin. Tirkiyê li gorî vê yekê êrîşên xwe kirin. Belê, em van êrîşên hovane yên li dijî sivîl, jin û zarokan wiha dinirxînin. Ev êrîş xeternak in û dibin sedema koçberkirina niştecihên herêmê.
Gumanên me li ser gelek mijaran hene. Li hemberî van êrîşan, helwesta Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî tune ye. Em dibînin ku ev êrîş roj bi roj zêdetir dibin û ev yek rastiya gumanên me îsbat dike. Ne Rûsya û ne jî Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê erkên xwe bi cih naynin. Rejîma tirk jî sûdê ji lawazbûna helwestên wan digire û êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike. Ev hemû aloziya Sûriyeyê kûrtir û bi girêktir dikin.
Çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji van êrîşan digirin, xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û gefên xwe li ser hemû aliyên ku çavê xwe li van êrîşan digirin, zêde dikin. Ev êrîşên dewleta sûcên şer in, rêgez, peyman û qanûnê navneteweyî bin pê dike. Em dibêjin ku ev êrîş li ser hemûyan e û wê hemû ziyanan bibînin. Ji bo vê yekê ji van dewletan, bi taybet dewletên garantorên agirbestê (Rûsya û Amerîkayê) tê xwestin ku sozên xwe bi cih bînin û bendên lihevkirina agirbestê ya bi dewleta tirk re biparêzin.
Li gel dijwariya êrîşan, behsa vegera têkiliyan di navbera hikûmeta Şamê û dewleta tirk tê kirin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Nîqaşên ku di demên dawî de li Tehran û Soçiyê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de hatine kirin, diyar dikin ku her sê aliyan li ser hin mijaran li hev kiriye, wekî aloziyên. Ji ber vê yekê ev her sê alî berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin û dixwazin van aloziyan sivik bikin. Ev lihevkirin li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi pêş ket ku her tim dibe qurbaniyê van lihevkirinan.
Li aliyekî, rejîma tirk dixwaze bi Şamê re li hev bike. Ev yek asta kûrbûna aloziya hundirîn a Tirkiyê nîşan dide, ji ber vê yekê dixwaze ji aloziyê xwe yên siyasî û aborî xilas bibe. Lewra girîngiyê nade “opozîsyona Sûriyeyê” û gelê Sûriyeyê yê penaber ê li Tirkiyê û ne jî aloziya Sûriyeyê. Ev mijar ji bo Tirkiyê ne girîng e bi qasî ku rewşa wê ya hundirîn a aloz û parastina desthilatdariyê, nemaze li gel nêzîkbûna hilbijartinan girîng in. Ji ber vê yekê rejîma tirk amade ye li ser her tiştî tawîzan bide da ku desthilata xwe biparêze. Em dibînin ku îro dixwaze bi Şamê re li hev bike û dixwaze opozîsyona Sûriyeyê bi rejîma Sûriyeyê re li hev bike, her wiha desteka siyasî bide Şamê. Tirkiye dibîne ku pêwîst e ev lihevkirin bi vî rengî bi pêş bikeve.
Sûriyeyê derbasî pêvajoyeke nû bûye. Em vê pêvajoyê girîg dibînin û girîngiyê didin wê. Rewşa Sûriyeyê dê ji gelek aliyan ve were guhertin, ev yek dê bandorê li rewşa herêmên dagirkirî, bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser bike ku dê bibe hedef. Rejîma tirk dixwaze bi Şamê re li hev bike da ku li dijî herêmên me tev bigerin.
Rejîma tirk di aloziyekê de ye û tiştên ku dixwaze bi dest naxe, lê bi rêbazên din dixwaze bi dest bixe, lewra dixwaze bi Şamê re li dijî herêmên me li hev bike û dev ji armancên berê yên ku êdî jê re nema girîng in, berde. Ya herî girîng ji bo wê ew e ku ji penaberên Sûriyeyê xilas bibe ku pirsgirêka herî mezin ji bo wê ye û çawa wan vegerîne Sûriyeyê. Mijara herî girîng ji bo Tirkiyeyê ew e ku çawa Rêveberiya Xweser û HSD’ê lawaz bike. Ji ber vê yekê em dibînin ku berê xwe dide Şamê da ku vê armancê pêk bîne.
Divê Şam fêm bike ku pirsgirêkên wê bi gelê Sûriyeyê re hene û divê van pirsgirêkan bi sûriyeyiyan re bi rêya diyalogan çareser bike da ku bigihêjin lihevkirinên siyasî. Ne mimkun e ku ev pirsgirêk bi lihevkirinên bi dewletên dijberî Sûriyeyê re wekî Tirkiyê werin çareserkirin. Heke Şam van siyasetan pêş bixîne û bi rejîma faşîst a Tirkiyê re li dijî beşek ji vî gelê li hev bike, em dibînin ku ev siyaset nakevin xizmeta îstiqrar û çareseriya siyasî di hundirê Sûriyeyê de û nakeve xizmeta çareseriya nîştimanî ya sûrî.
Diyar e ku rejîma Şamê jî îflas kiriye û tu siyaset û nêrînek ji bo çareseriya siyasî li hundirê Sûriyeyê li gel wê tune ye. Rejîma Şamê difikire çawa Sûriyeyê vegerîne rewşa beriya 2011’an û bi zihniyeta xwe ya berê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê lihevhatina bi rejîma faşîst re wê li dijî sûriyeyiyan be û ev siyaset wêranker e.
Sûrî wê vê siyasetê red bikin. Divê rejîm nefikire ku dê bi lihevhatinan pirsgirêk çareser bibin. Herêmên ku çareseriyên li gorî rejîmê lê hatine kirin, heta roja îro di nava pirsgirêkan de ne. Divê rejîm bifikire çawa çareserî, nîqaş û diyalogan bi sûriyan re bi pêş bixe da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo siberoja Sûriyeyê. Ne mimkun e ku mîna van çareseriyan li herêmên me werin pêkanîn, rewşa herêmên me cuda ye. Em xwedî nêrîn û projeyeke stratejîk û siyasî ne û xwedî giraniyeke siyasî, rêveberî, ewlehî û leşkerî ne, her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser îmkanên me yên aborî hene. Divê lihevkirineke siyasî hebe. Me mimkun e em qebûl bikin ku rejîm û saziyên wê derbasî herêmên me bibin. Ji bo çareserî û lihevkirinên siyasî gelek bangên me hene. Lê mixabin rejîm çavê xwe li van bangan digire, berovajî vê çavê xwe li Tirkiyê digerîne da ku pê re li dijî herêmên me li hev bike. Ev yek dê encamên karesatî li ser tevahî Sûriyeyê bi xwe re bîne.
Di sala 2019’an de, dema ku artêşa tirk a dagirker êrîşî bajarê Serêkaniyê kir, HSD û artêşa Sûriyeyê lihevkirineke leşkerî pêk anî. Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyeyê li Kobanê, Minbic û Şehbayê belav bû. Niyetek me hebû ku Şam fêm bike ku em dixwazin çareseriyeke siyasî, nîştimanî ya sûrî çêkin. Lê Şamê çavê xwe li van mijaran girt û rêbazeke nû bi kar anî da ku me lawaz bike. Li ser vê yekê her lihevkirineke bi tirkiyê re li dijî me, em qebûl nakin. Divê Şam li xwe vegere û nêzîkatiyên xwe yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin. Siyasetên ku pêş dixînin encamên îflasa wan e û em qebûl nakin. Derfetên siyasî, leşkerî û aborî yên herêmên me hişt ku ev herêm bibe hêza çareseriya siyasî ji bo tevahî Sûriyeyê.
Di demekê de dewleta tirk a behsa lihevhatineke bi Şamê re dike, êrîşên bejahî û hewayî li dijî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li herêmên li ser sînor pêk tîne. Hûn van êrîşên artêşa tirk ên li dijî hêzên hikûmeta Şamê çawa dinirxînin, nemaze ku hemwextî wê siyaseteke nerm li dijî Şamê dimeşîne?
Di salên dawîn de alozî û pirsgirêkên kûr ên Tirkiyê bi dewletên cîhanê re hene. Stratejiya derxistina pirsgirêkan bandor lê kir ku bi hemûyan re di nava pirsgirêkan de ye. Rejîma tirk ji ber pirsgirkên xwe yên hundirîn dixwaze têkiliyan bi hemû aliyan re xweş bike da ku ji van aloziyan xilas bibe û temenê desthilatdariyê dirêj bike, her wiha ditirse ku di hilbijartinên bê de bi bin bikeve.
Dewleta tirk dixwaze vê siyasetê li herêmên me jî bi pêş bixe da ku têkiliyên xwe bi Şamê re xweş bike, ji bo vê çi tê xwestin û li ser çi esasê wê ev têkilî werin xweşkirin û pêşxistin? Li beramberî vê yek daxwazên her du aliyan hene. Şam dixwaze Tirkiye têkiliyên xwe bi komên opozîsyon, Îxwan û komên ku li dijî rejîmê şer dikin, qut bike û wan radestî wê bike. Dixwaze Tirkiye jî dijbertiya herêmên me ye û siyaseta Şamê veguherîne siyaseta dijberiya li herêmên me. Nîqaş berdewam in. Ya ku diyar dibe û tê fêmkirin dê lihevirineke di vê çarçoveyê de hebe.
Heke lihevkirineke wisa hebe dê li dijî tevahî sûriyan be û dê gelê Sûriyeyê ziyanê bibîne. Heke rejîm û Tirkiyê li hev bên divê sûrî bizanibin ku ev lihevkirin bi aliyê ku sûrî wêran kirin, qetil kirin û diziye re. Her wiha lihevkirin bi aliyê ku bi hezaran cîhadîst derbasî Sûriyeyê kirin û bû sedema xirabî û wêraniya herêmên Sûriyeyê re ye.
Beşeke girîng ji Sûriyeyê, ji Idlib heta Serêkaniyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Heke Şam vê dagirkirinê nebîne û têkilî û lihevkirin bi rejîma faşîst a Tirkiyeyê re li dijî gelê me ava bike, di baweriya me de ev yek tê wateya ku Şam hebûna dagirkeriyê li Sûriyeyê erê dike û rewa dike. Peymana Edenê ya ku di 1998?an de hate îmzekirin û Sûriyeyê Lîwa Îskenderon ji dest daye, diyar dibe ku peymaneke nû û Edeneyeke nû heye û em bi dûr naxin ku herêmên Sûriyeyê yên dewleta tirk dagir kirine li ser werin îmzekirin. Lê belê em dibêjin divê hemû bizanibin ku ev doz ji bo stratejî ye û dozekê ne pêkan e dev jê berdin.
Dewleta tirk dewleteke dagirker e, gelek sûc li dijî me û gelê Sûriyeyê pêk anîn, divê ew di dadgehên navneteweyî de li ser sûcên kirine were hesabkirin. Divê ew û komên wê yên çete li ser sûcên kirine werin cezakirin. Ji lew re ev doz doza hemû sûriyan e û divê hemû sûrî xwedî helwest û nêrîn bin. Em destê xwe dirêjî hemûyan dikin û deriyên me ji hemû sûriyên li hundir û derve re vekirine da ku bi tundî li hember siyasetên dewleta tirk û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî bisekinin, da ku bi hev re Sûriyeke demokratîk ava bikin. Em dikarin siyaseta hevbeş bi pêş bixin û rê li pêş kemînên ku hewl didin Sûriyeyê bixin xefka wan bigirin, dem hatiye ku sûrî bi yek helwestê li hember planên qirêj bisekinin.
Hikumeta Şamê, tevî ku dewleta tirk a dagirker leşkerên wê qetil dike, gotinekê nake, gelo sedema vê bêdengiyê çi ye û rola Rûsya di wê yekê de çi ye?
Rejîma li Şamê helwesta xwe ya li dijî sûc û dagirkeriya tirk ji xaka Sûriyeyê re bi pêş nexist, tu siyaset û hewldanên cidî ji bo xebatkirina li dijî dagirkeriyê li ser erdê ne leşkerî ne jî di çarçoveya parastina rewa de ne jî di aliyên siyasî û hiqûqî de tune ne, tevî ku bi dehan caran leşkerên wê hatine qetilkirin.
Me bi hev re bi niyeta nîştimanî hin gav avêtin da ku xebatekê li dijî dagirkeriyê û êrîşên derve yên dagirkeriya tirk avêtin. Ji bo parastina xaka Sûriyeyê bi giştî me israr kir ku helwestek ji hemû aliyên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya tirk were nîşandan. Lê belê dê çawa helwesta wan li dijî dagirkeriyê were pêşxistin hîna em dişopînin. Em nikarin niha biryareke dawî li ser helwesta wan bidin, lê em bi hêvî ne ku hikûmeta Şamê çav ji êrîş û sûcên dewleta tirk re negirin.
Divê hikûmeta Şamê nekeve xefka plan û peymanan ku berjewendiyên hin dewletan mîna koma Astanayê biparêze. Ji dêvla wê divê têkiliyên xwe bi hemû aliyên Sûriyeyê re ji bo bersivdana êrîşên dagirkeriyê bi hêz bike û parastina xak û gelê Sûriyeyê bike.
Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22?yê Tebaxê de bang li hikûmeta Şamê kir ku ji nû ve têkiliyên bi Enqereyê re li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk neyne. Ger Şamê xwestekên wê pêk neanîn gelo dê mijara di navbera we û Şamê de ber bi ku ve biçe?
Herêmên Rêveberiya Xweser, tevger û hêza wê ya siyasî helwesta xwe ya di vê gavê de ya girîng nîşan da û diyar dibe ku şêniyên herêmê û partiyên wan siyasetên dewleta tirk red dikin. Ji lew re dê têkoşîna siyasî bi pêş bikeve û em bangên partiyên siyasî mafdar dibînin.
Divê partiyên siyasî, saziyên sivîl û pêkhate li dijî siyasetên li ser hesabên wan bi pêş dikevin û dibin qurbanê van siyasetan tê bikoşîn. Dê di pêşerojê de li hundir û derveyî Sûriyeyê û di nava hemû pêkhateyan ji kurd, Ereb, Suryan, Elewî û Dirziyan de têkoşîneke berfireh hebe û plana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) heye û dê xebatên xwe di pêşerojê de berfireh bike.
Ev proje ya ku bi pêş dikeve û MSD?ê parçeyek jê ye, dê bibe bersiveke girîng li dijî siysaetên dihêle sûrî bibin quran. Der û baskên vê projeyê ji hemû sûriyan re vekirîne. Kesê hîs dike bûye qurbanê van siyasetên qirêj dikare berê xwe bide vê projeyê ya ku eniya neteweyî ye û dikare tê de tê bikoşe û xwe bi pêş bixe, da ku rê li pêş van siyaset û planên qirêj bigire.
Nûjenkirina Lihevkirina Edeneyê di rojevê de ye û hin nîşane hene ku peyman ger parçeyî be jî ketiye pratîkî. Gelo dê ev yek çawa bandorê li Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike?
Peymana Edene ya ku di 1998?an de di navbera Enqere û Şamê de bi sponseriya Misir û Îranê hate îmzekirin, di wê demê de li dijî hebûn û têkoşîna gelê kurd bû. Ev peyman nehat qebûlkirin û pirsgirêkên bi Şamê re kûr kirin. Gelê me ev yek mîna êrîşa ji aliyê hikûmeta Şamê ve wesif kir. Ev peyman neket xizmetî gelê Sûriyeyê û gelên herêmê, berovajî wê encamên wê karesat bûn. pirsa me li vir, gelo vê peyman ji Sûriyeyê û hikûmeta Şamê re çi sûd anîn? Tenê hin kes radestî dewleta tirk kirin û rûyê xwe yê reş û qirêj eşkere kir.
Îro jî dixwazin ji nû ve vê peymanê bi rûyekî nûjen û hin guhartinan zindî bikin. Pêşxistina vê peymanê bi alîkarî û desteka Rûsya û Îranê pêk tê û ji nû ve têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de dikeve çarçoveya berfireh. Destpêkê me got li dijî gelê kurd e, lê vê carê dê li ser hesabê hemû sûriyan be. Xema dewleta tirk kurdan û Rêveberiya Xweser têk bibe, xema Şamê jî komên bi navê opozîsyonên û yên bi piştgiriya dewleta tirk têk bibe. Di vê peymanê de li ser her aliyan bazarî tên kirin. Ev siyaseta dijminane dê krîza Sûriyeyê kûrtir bike, çare tune be û ev ne çareserkirina pirsgirêkê ye.
Vegera du rejîman li vê peymanê, ji ber tevlihevî û binketina siyasetên wan di dîtina çareseriyan de ye. Ev siyasetên ku bi pêş dixin, astengiya li pêş çareseriyan e. Divê rejîm nefikire ku dikare bi van siyasetan têkoşîna gelê me bi dawî bike û xwe diyar bike ku ew li dawiyê bi ser keftiye û vegera beriya 2011?an û desthilat wek berê be. Ne pêkan e ku rewş mîna berê vegerin, ger Şamê bi vê yekê difikire, ev angaşt û xew in. Sûriyeyê mîna berê venager. Sûriyeyê bi civak, aborî, leşkerî û rejîma xwe hate guhartin. Divê rejîm bi hêzên li Sûriyeyê bifikire, kîjan herêmên hatine dagirkirin, çawa Sûriyeyê dikare ji dagirkerî û hêzên heyî rizgar bike. Ji ber wê ger peymaneke di nava sûriyan bi xwe de tune be, ne pêkan e çareyek hebe.
Sûriyeyê di bin nîrê dagirkerî, krîz û rewşên debarê yên zehmet de azaran dikişîne. Gelo wê çawa çareserî hebe ger ev mijar nehatin çareserkirin. Çare bi lihevkirina siyasî ya hemû sûriyan ve girêdayî ye da ku mafên hemûyan were parastin. Divê Şamê bifikire ku di welat de gelek netewe û çand hene, pêdiviya wan bi destûreke nû ya jinûve birêvebirina welat ber bi sîstemeke nû ve heye, ku hemû tê de beşdar bibin. Bi vê rêvebiriyê ne pêkane welat berdewam be.
11 salên ji temena krîzê îsbat kir ku tu aliyeke serkeftî tune ye. Dewletên ku ajandeyên wan hene û ew di hundirê Sûriyeyê de bi ser ketin, mîna DAIŞ û komên çete. Ji lew re divê Şam li siyasetên xwe û zihniyeta xwe vegere û siyaseteke nû li gorî merheleya nû deyne û çareyan biafirîne.
Li hember van hemû êrîşan hîna Koalîsyona Navneteweyî, bi taybet DYA?yê, tenê daxuyaniyên şermezarkirinê bêyî bibîrxistina navê dewleta tirk dide. Gelo nêzbûn û hevbendiya Tirkiyê bi Şam, Tehran û Moskovê re DYA’yê aciz nake, çima Amerîka tev nagere?
Helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka, ruxmî ku ew li dijî êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li dijî herêmên me ye, lê têrê nakin. Ger Koalîsyon û Rûsya biryar da ku bi cidî li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin, wê demê dewleta tirk nikare êrîşekê pêk bîne. Bi wê re derfet li pêş dewleta tirk vekiriye, ev jî tê wateya ku çav hatine girtin, ku dewleta tirk wan valahiyan sûd bigire.
Peymanên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê de bi pêş ketine, diyar dike ku rihetiyekê ji Koalîsyona Navneteweyî re ava neke. Di pirî caran de koalîsyon helwestên xwe nîşan da. Ew mîna van peymanan ji bo xwe baş nabînin, bi taybet dewleta tirk endamekî NATO?yê ye. Ger dewleta tirk boykot kir û li derveyî refê ma û bi van dewletan re li hev kir, dê hin guhartin di meydanê de çêbin û bandorê li têkiliyan hemûyan li Sûriyeyê û Iraqê bikin. Ev têkilî, hevsengî û lihevkirinên siyasî yên nû li herêmê dê Sûriyeyê bixin merheleyeke nû. Ev merhele jî dê rê li pêş çareseriyan bigire û krîzê kûrtir bike. Dê ev jî rewşa karesatê li Sûriyeyê zêdetir bike.
Ger helwestên tund di navbera Îran û Amerîka de, di navbera Îsraîlê û Îranê de, di navbera Rûsya û Amerîkayê de li hundirê Sûriyeyê bi pêş ketine, dê di pêşerojê de şer çêbin. Hemû li qada Sûriyeyê ne, çi pirsgirêk derkeve wê bi xwe re pêşdeçûnekê bîne. Dê xeteriyên mezin li ser Sûriyeyê çêke, ji ber ew hesabên xwe li ser xaka Sûriyeyê tesfiye dikin. Em ne bi aliyekî re ne ger bi pêş ketin û vê yekê qebûl nakin. Em naxwazin welatê me bibe qada nakokiyên wan.
Ji lew re helwesta me ya mayîndebûna îstîqrar û çareseriyê de eşkere ye, em li gorî wê tê dikoşin û dixebitin. Ev dewletên heyî ji bo çareseriyan naxebitin. Wê demê pêdiviya hebûna wan li Sûriyeyê tune ye. Divê sûrî vê merheleya xeternak bibînin. Herêma me di lûtkeya hêza xwe de ye, herêmeke xwedî gelek destkeftiyan e û li gel wê belgeyên girîng û xurt hene, dikare rola xwe ji bo çareya siyasî bilîze û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vê rolê ye û em amade ne ku vê rolê bilîzin da ku Sûriyeke demokratîk ji hemû sûriyan re ava bikin.
Em bawer in ku ev merheleya têkoşînê dê li ser hemû astan pêk bînin û bawer in ku ev têkoşîn dê serkeftinê bîne û bi serkeftineke ji hemû Sûriyeyê re tacîdar be. Em dixebitin da ku piştî van hemû salên azar û dijwariyê, ji sûriyan re bibin hêvî. Îro ji dêvla Rêveberiya Xweser û MSD?ê tu altarnatîf tune ne, ne rejîma niha dikare çareyan pêşkêş bike ne jî komên bi navê oposîzyonê dikarin. Bi wê re diyar dibe ku nêrîn û projeyeke çareseriyê tune ye. Siyaseta lihevanîn û vegera li beriya 2011?an wekî ku tiştek nebûye, ne pêkan e. Rewşeke nû heye û em hêza ji bo avakirina siberojeke geş a nû ji hemû sûriyan re ne.