Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Cizîr bêkes ma, bila Leyla bêkes nemîne’

Hevsera şehîdê berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê Orhan Tunç, Guler Tunç diyar kir ku dengê jêrzemînên Cizîrê bi baş nehat bihîstin, her kes bêdeng ma lê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê em bêdeng nemînin

Grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi sedan girtiyan ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, roj bi roj krîtîk dibin. Hevsera şehîdê berxwedana Cizîrê Orhan Tunç, Guler Tunç li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 90 roj li pey xwe hiştin axivî. Tunç, Leyla Guven û her kesên li ber tecrîdê radibin silav kirin û got ku daxwaza berxwedêran daxwaza wan e.

Tunç bi bîr xist ku Guven û berxwedêrên din ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd bedena xwe dane ber birçîbûnê û wiha got: “Em dibînin ku bi salan e Ocalan û gelê kurd tecrîdkirî ne. Ji ber vê yekê berxwedêran bedena xwe dan ber mirinê. Divê em li derve xwedî li vê çalakiyê derkevin. Çalakiya Leyla Guven û hevalên wê yên li girtîgehan, ji berxwedana li Zindana Amedê û berxwedêrên li jêrzemînên Cizîrê ne cuda ye. Dibe dengê Jêrzemînên Cizîrê baş nehate bihîstin û her kes bêdeng ma. Ji bo careke din heman tişt nebe, divê em li pêşberî berxwedêran bêdeng nemînin.”

Tunç bi bîr xist, greva birçîbûnê ketiye roja 91’ê û ev tişt got: “Çalakiyên hevrêyan hemûyan roj bi roj krîtîk dibin. Rewşa wan a tenduristiyê nebaş e. Berî ku şehadet çêbibe, divê em dest bidin hev, çalakiya wan mezintir bikin û bi hev re tecrîdê ji holê rakin. Girîng e em li her qadê nerazîbûna xwe nîşan bidin û êdî rabin ser pêyan. Pêwîst e em bibin dengê Leyla û hevalên wê.”

Tunç her wiha nerazîbûn nîşanî medyaya navendî ya Tirkiyeyê da ku xwe ker kiriye û wiha got: “Raya giştî ya tirk mîna her carê xwe ker, lal û kor kiriye. Bi vî rengî bûyerê ji nedîtî ve tên. Ji xwe em ji wan tiştekî hêvî nakin. Ez ji vê derê bang li gelê me yê li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê dikim. Divê Rojhilata Navîn tev bibe yek û ji bo vê çalakiyê bi hev re têbikoşe, berî ku bedena hevalên me hîn bêhtir bihele, em encameke baş bi dest bixin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar