Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cizîriyan bi yekdengî got; Azadî ji Ocalan re

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di Newroza Cizîrê ya bi deh hezaran kes beşdar bûn de axivî û wiha got: "Tecrîd şere. Îro daxwaza gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn azadiya Ocalan e.”

Bi deh hezaran şêniyên Cizîra Botanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serê sibê de herikîn qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê. Di pîrozbahiya Newrozê de berdevka Meclisa Jinan û parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Beriya axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin.

Başaran, di axaftina xwe de anî ziman ku li Cizîrê ev demek dirêj e amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha got: “Dixwazin Newrozê li Cizîrê qedexe bikin. Lê bele kes nikare pîrozbahiyên me asteng bike. Cizîr warê Newrozê ye. Îro bi deh hezaran kes tev li Newrozê bûye. Pêşî û paşiya qadê tijî ye. Îro Newroza Cizîrê ji êrîşên îktîdarê re bû bersivek mezin.”

Başaran bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên li dijî partiya me tu carî bi dawî nebûne. Cizîra Botan êş û elemen herî giran dîtin. Li Cizîrê malên me hilweşandin û bi dehan hevalên me di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Dema ku êrîş dikirin digotin ‘em ê Cizîrê têk bibin. Ji 2015’an vir de siyaseta şer, tunekirin û hovîtî li hemberê me tê meşandin. Tevî hevşaredarên me û parlamenterên me gelek siyasetmedar di girtîgehê de ne. Her roj li hemberê me astengiyan derdixin. Bi êrîşên ku pêk tînin naxwazin siyaseteke demokratîk pêk were. Dijmin dibêje gelê kurd û mafê wî tune ye. Şaredariyên me dagir kirin û dixwazin vîna me tune bikin. Tevî van hemû êrîşan îro dibêjin ‘em ê HDP’ê bigirin. 600 siyasetmedar jî wê nikaribin siyasetê bikin.’ Gelê me dê bersivê bide van gotinan. Bi hezaran ji gelê me îro amade ne ji bo xwedî li HDP’ê derbikevin, siyasetê û rêvebiriyê bikin. Tu kes nikare HDP’ê bigire. Îro bersiva herî mezin em ji Cizîrê dişinin Enqereyê. HDP gel e. HDP jin e. HDP sembola dayikên laçik spî ye û ji bo azadiyê li ber xwe dide. HDP ciwan û zarok e. HDP pêşeroja zarokan e. Hikûmet nikare partiya me di nav civakê de tune bike. Ji parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu  re ceza birîn. Piştî ceza gotin em wekîltiya wî dixin. Ev îktîdar bi darbe û êrîşan li ser linga ye. Îktîdar ji ber ku bêhêz maye îro êrîş dike.”

Daxwaza girtiyan daxwazên me ye

Başaran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Dema çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di girtîgehan de hat destpêkirin şûnde di 5’ê Nîsana 2019’an hevdîtin pêk hat. Herê dawî jî bi rêya telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hatibû kirin. Îro di derbarê tendûristiya birêz Ocalan de li se medyaya civakî parvekirin hatin kirin. Ev 23 sa lin li ser birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Bi awayek bêhiqûqî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em wek gelê kurd bang îktîdara AKP’ê dikin ku demildest tecrîd bê rakirin. Tecrît tundiya li jinan ye. Tecrît têkçûyîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Jin jiyan e, jiyanê diparêze. Jin jiyanê diafirîne. Îktîdar dijiminê xweza, aştiyê û jinan e. Her roj jin ji aliye mêr û îktîdarê ve tên qetilkirin. Jinên ku li ber xwe didin jî rehîn digirin û dikin girtîgehan. Hevalên me îro di girtîgehê de jî li ber xwe didin. Wekî ku hevala me Leyla Guven got ‘an li derve an hundir dê têkoşîna me berdewam bike.’ 115 roj in di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Daxwaza wan daxwaziya me û gelê kurd e.”

Di axaftina xwe de Başaran bal kişand ser Peymana Stenbolê û diyar kir ku ew gav paş ve navêjin.

Newroz pîroz kir

Her wiha Başaran Newroza hemû gelan û girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Newroza Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û gelek jinên girtî pîroz dikim. Em ê di sala 2022’an de bi hevalên xwe yên girtî re Newrozê pîroz bikin. Em ê di sala 2022’an de azadî aştiyê pêk bînin. Newroz pîroz be.”

Piştî axaftina Ayşe, girseyê dirûşmên “Şehît Namirin”, “PKK Gel e, gel li vir e”, “HDP Gel e, gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û ”Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar