Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Salı - 3 Aralık 2024

Colectiva Las Kompas daxwaza azadiya Rêber Apo kir

Colectiva Las Kompas daxuyand ku ew ê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û got, “Em hezkirin, berxwedan û enerjiya xwe ya serhildanê bi rêya vê nameyê ji we re dişînin. Ji Abdullah Ocalan re azadî. Jin, Jiyan, Azadî."

Kolektîfa Jinê ya Colectiva Las Kompas ku navenda wê li Meksîkayê ye, nameyek ji Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê û gelê Rojava re şand. Kolektîfê daxuyand ku bi rêya nameya endamên Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Abya Yala hîn bûne ku rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan baş e û wiha gotin: “Em bi vê agahiyê kêfxweş bûn, lê ji ber ku Rêber Apo hîn jî tecrîdkirî ye em bi hêrs in. Ji ber vê yekê em ê li gel we hevrêyên xwe, daxwaza xwe ya ji bo azadiya wî dewam bikin.”

Berfirehiya nameya Kolektîfa Jinê ya Colectiva Las Kompasê wiha ye: “Her wiha em dibînin ku ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û jiholêrakirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku hêviya gelên li Rojava mezin dike, bombardûmanên dewleta tirk a faşîst dewam dikin. Di nava vê yekê de em xwe jî dibînin. Îro li Meksîkayê qirkirineke mirovî heye. Bi alîkariya hikumetê, şerê kku qaşo di navbera karterên narkotîkê de tê meşandin, bi esasî li dijî gelên me tê kirin. Lewma lîderên gelê xwecihî yên ku xakê diparêzin, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan têne kuştin. Dewleta Meksîkayê û çete bi zorê çekê didin ciwanan. Ji ber vê zextê jî mirov neçar dimînin birevin û herêmên xwe biterikînin. Bi vî rengî hewl didin xweseriya Zapatîsta ku ji bo herêma me hêvî ye û berxwedana gelên xwecihî tine bikin. Zapatîsta xwedî zarok û ciwanên ji nifşê nû ne ku ji bo avakirina cîhaneke nû perwerde kirine; dixwazin van ji holê rakin.

Weke cinawirê ji hezar serî (Hîdra) li her devera cîhanê me dişopîne, lê belê hêza xwe têrê nake ku me tine bike. Li hemberî êrîşên li Rojava, li Chiapas û gelek deverên din em gelekî bi hêrs in. Em zanin ku çavkaniya van hemû felaketan, sîstema kapîtalîst a baviksalar e. Ev cinawir hewl dide bi hestê bêçaretiyê berxwedana me bêbandor bike. Lê belê di kêliyên bi vî rengî de em berê xwe didin têkoşîna we û ji têkoşîn û berxwedana we hêz û enerjiyê werdigirin. Têkoşîna we ku di nava nebaşî û şer de ji bo hezkirin, rûmet û jiyana azad israr dike, ji bo têkoşîna me çavkaniyeke sûdwergirtinê ye. Vaye em li vê derê ne. Li herêmên xwe, li qadên civakên xwecihî, li bajaran û banliyoyan em bi we re ne.”

Nameya kolektîfê bi gotina pêşeng Bety Carino ya ku i Meksîkayê hat qetilkirin bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Weke ku xwişka me, hevrêya me Bety Carino got, ‘Em bi çandina xeyalan hêviyê kom dikin’. Em hezkirin, berxwedan û enerjiya xwe ya serhildanê bi rêya vê nameyê ji we re dişînin. Ji Ocalan re azadî. Jin, Jiyan, Azadî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar