Li Kurdistanê zext, qedexe û êrîşên dewletê yên li ser gel bênavber dewam dikin, li gelek cihan bi hinceta operasyonên di nava 2 salên dawî de gund û zozan hatin qedexekirin. Yek ji cihên ku gund û zozan lê qedexe ne jî Colemêrg û navçeyên wê ne. Bi taybetî ev 2 sal in gundên Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Yêkmala Jêr, Yêkmala Jor, Kendalok û Wargenima yên Gever, Tajdîn, Sipêrêz, Xidrok. Çiyayê Omerê, li bilindahiyên Pagê, Topizava, Gîleşîna, Xidrok û Serazê gelek caran operasyonên leşkerî tên kirin. Operasyon û qedexeyên li zozanan di demên dawîn de zêde dibin, her wiha mafê jiyanê yê xelkên li gund tê astengkirin. Ji gundên ku çûna zozanan û çinîna giya qedexe ye welatî neçar dimînin koç bikin.
Bi taybetî li Geverê welatiyên ku cih û warên wan ê biçinê tune ne, nikarin bikevin gundên vê herêmê ku gelek qereqol lê hene. Di demên dawî de zext û zordarî girantir bûn, gundiyên ku me li ser mijarê xwe gihand wan diyar kirin ku dixwazin ev operasyon û qedexe bi dawî bibin.
Li ketina gundan nasname tên kontrolkirin
Li Geverê gelek caran bi qedexeya hatiye ragihandin çûn û hatina gundan hatiye qedexekirin û yek ji van gundan jî Tilorana Jor û ya Jêr e. Li van gundan di sala 2016’an de du caran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Dema qedexeya derketina derve hat ragihandin, leşkeran li gund bi ser malan de girtin, li gundiyan lêgerîn hat kirin û gelek ciwan jî hatin îşkencekirin. Jin bi tacîza devkî a leşkeran re rûbirû man. Ji sala 2016’an ve li gundê Tiloran û gundê derdora wê gelek caran operasyon tên lidarxistin. Hem gundî, hem şivan û hem jî sewal para xwe ji operasyonan digirin. Ji sala 2016’an ve di ketina Tiloran û gundên derdora wê kontrola nasnameyan tê kirin û nasname di GBT’ê re tên derbaskirin.
Gundî tên koçberkirin
Xelkên gund ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku îqtîdara li hemberî hêza gel têk çû hemû hêrsa xwe di serê gundiyên li herêmê re derdixe. Gundî dibêjin ku ew êdî nema dikarin li ber deriyê mala xwe jî rûnên û destnîşan kirin ku ew dema ji bo xwe xurekê distînin jî wekî dixwazin nikarin bistînin, kêm distînin. Gundiyan anî ziman ku dema zêde xurekê distînin ji aliyê leşkeran ve zext li wan tên kirin. Herwiha gundî diyar dikin ku li gundê wan niha li serê her girekî mobeseyek heye, wêne û dîmenên wan tên girtin û ji ber vê ew nikarin biçin ji bo xwe giya û pincêr jî kom bikin. Gundiyên li gund ragihandin ku ew li gundê xwe ne di ewlehiyê de ne, ji ber vê ciwan koçî metrepolan dikin û gelek gundî jî sewalên xwe difiroşin û ji neçarî koçber dibin.
Operasyonan sewal anîne ber qedandinê
Beriya operasyonê şebekeyên li gund piştî qedexeya li bilindahiyên gund tên qutkirin. Gelek caran têketinA gund tê qedexekirin. Xelkê gund nikarin biçin deştê, di demên dawî de li şivanan jî îşkence tê kirin. Li gel ku ev şivan dibêjin ew bi pere dixebitin jî wan dibin Operasyonê û li pêşiya leşkeran wan dişinîn ku ji bo dema tiştek bibe di serî de bi wan bê û bi leşkeran neyê. Şivanên ku tenê debara wan bi şivantiyê ye, êdî naxwazin bixebitin û diyar dikin ku ewlehiya canê wan nîne. Herwiha hat îdiakirin ku şivanên gund piştî ku dema şivantiya wan diqede ji bo qereqolên derdorê tên vexwendin û ji wan re tê gotin, “Em li vir in, heger hûn dixwazin zêdetir pere qezenc bikin, tişta em dixwazin bikin em ê jî we rehet bikin” Berîvaniyên li gund jî diyar kirin ku yekane çavkaniya debara wan şîrê ku bi dest dixin e, lê ji ber operasyonan sewlkarî hatiye ber qedandinê.
Kesên li gund dibêjin ku bi wesayitên li gund ku tên gerandin li wan û zarokên wan tundiya derûnî tê kirin. Li aliyekî jî li gund balafirên keşfê û û SÎHA jî di nava tegerê de ne. Di salên dawî de HPG’yiyên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin cenazeyên wan tînin gund û bi cenazeyên wan ku teşîr dikin li gundiyan îşkence tê kirin di encama xebata HPG’ê û leşkerên li gund de jiyana xwe ji dest dabûn, bi konvoyekê tînin gund, li zozanan deng didin û ji gelê gund re dibêjin. Sala borû qeymeqam û cendirme hatine gund û ji xelkê gund re gotine ‘heta hûn biaqil nebin em we rehet nahêlin’.
Daxwaza kesên li van gundan ev ku li gel vê zilm û zoriyê li gundê xwe bijîn. Gundî û berîvan dixwazin ku operasyon bên rawestandin û wekî dixwazin bikaribin li gundê xwe bijîn.
Derbarê mijarê de Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz nirxandin kir.
‘Li ser xeta sînor kelehkol hene’
Sîbel Çapraz diyar kir ku Colemêrg cihê binpêkirina mafan e û got, binpêkirina herî tund li herêma li ser sînorên Îran û Iraqê ye û diyar kir ku li wê qada jiyanê tê binpêkirin. Sîbelê got, “Ji sala 2015’an û vir ve hema bêje her sal li ser sînor kes tên qetilkirin. Ya herî giran ev e. Li qadên jiyanê yên gel her tim mudaxele tê kirin. Dixwazim balê bikişînim ser polîtîkayên ewlekariyê yên ku bûne hincet. Li wir destwerdan li cihên jiyanê yên xelkê tê kirin, bi sedan gund li ser xeta sînorê her du welatan heye, yanî cîhek jiyanê heye, bifikirin malek we li wê heye û ji we re dibêjin hûn nikarin bikevin nav baxçe. mafê we yê bingehîn ê mulkiyeta li wir û yê ku hûn li wir bijîn ji dest we hatiye girtin. Li ser xeta sînor kelehkol hene û qada we ya jiyanê 24 saetan di bin çavdêriyê de ye. Li wir bi tişta tê serê we hûn hîn dibin ku ewlehiya canê we tune ye. Kesên ji bo debara xwe bikin diçin pincar berhev dikin, ji aliyê hêzên dewletê ve êrîş li wan tê kirin û yên ku pezê xwe diçêrînin jî heman tiştî dijîn. Gelo divê ev kes di malên xwe de girtî bimînin û an jî divê ji bo derkevin şaneşînên xwe jî ji leşkeran destûr ê bixwazin.”
‘Di bin navê ewlehiyê de teşwîkî cerdevaniyê dikin’
Çapraz da zanîn ku gel dîmenên gelek mirin û şîdetê gihîştine ber destê raya giştî û polîtîkaya bêcezakirinê hê jî tê meşandin û got, “Pirsgirêk ji vir dest pê dike, mexdûrên şîdetê li mafên xwe digerin û derbarê kesên ku şîdet li wan kirine de li gel delîlên destên xwe hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Derbarê kesên şîdetê dikin serlêdan tên kirin. Helbet serlêdan li saziya me jî tên kirin û heta ku ji destê me tê em pêvajoyên qanûnî dişopînin. Ji bilî vê jî yên ku serlêdanê nakin jî hene û dibêjin dibe ku ev rewş serê wan têxwe belayê. Mînak gilî nakin û ev kes di bin navê derfetên kar de teşwîkî cerdevaniyê tên kirin. Ji xwe gelek kesên ku nêzî sînor dijîn di warê aborî de zahmetiyan dijîn. Em dibînin ku dewlet vê ji bo xwe vediguherîne derfetê.”
Binpêkirina mafan kolonyalîzma çandî bi xwe re anî’
Çapraz diyar kir ku rojeva herî sereke zextên leşkeran ên li hemberî şivanan e û diyar kir ku hema hema her sal şivan dema derdikevin zozanan bi hinceta ewlehiyê zext û zilm li wan tê kirin. Sîbelê got, “Ev rewş hê jî dewam dike, her wiha me dît ku li hemberî Bêrîvanên ku çanda xwe ya bi salan diparêzin û ev kar çavkaniya wan a debarê ye jî heman zext tên kirin. Di bin kelekela havînê de bêrîvan hewl didin ku ji bo debarê şîrê kom kirine bînin malê û her cara ku derdikevin rê nasnameya wan tê pirsîn. Ev jî rêbazeke din a şîdetê ye ku li jinan tê kirin. Binpêkirina mafan li Herêma Kurdistanê, bi komkujiyên mirovî re, kolonyalîzma çandî bi xwe re aniye.”
‘Li ser sînor tê xwestin polîtîkaya tecrîdê bê bicihkirin’
Sîbel Çapraz anî ziman ku dûrketina gelê herêmê ji nirxên xwe yên çandî derketiye holê û wiha got: “Aşkere ye ku bi biyanîbûnê re dezenformasyona ziman, nasname û çandî qirêj bûye. Ya ku li ser sînor tê xwestin bê kirin bi polîtîkayên tecrîdê ku tên bicihkirin bêçarehiştina gel e. tê xwestin bê kirin. Dixwazin civakê ji koka wê dûr bikin û gel neçarî koçberiyê bikin .Em wek Komeleya Mafên Mirovan em ê bibin dengê kesên ku mafên wan hatine binpêkirin û bi taybetî yên ku serlêdan kirine.”