Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Colemêrg ji dubarekirina serkeftinê re amade ye

Colemêrgî di her hilbijartinê de derseke xurt dane AKP’ê û bi rêjeyeke bilind li vîna xwe xwedî derketine û dengê xwe dane partiya xwe HDP’ê. Colemêrgî niha jî dixwazin serkeftina xwe ya daîmî dubare bikin û qeyyûmê AKP’ê careke din bişînin Enqereyê

Em îro jî li ware çiyayan ango li Colemêrgê ne. Ji hilbijartinên sala 1999’an heta niha gelê Colemêrgê li dijî partiyên ku gelê kurd înkar dikin, xwedî helwesteke zelal e. Bi encamên xwe yên hilbijartinan, mîna çiyayê Simbî her tim serbilind bûye. Ji ber vê serbilindiya xwe, bû hedefa AKP’ê û di sala 2016’an de hevşaredarên wan Dîlek Hatîpoglu û Nûrûllah Çîftçî hatin girtin û li şûna wan jî qeyûm hate tayînkirin. AKP’ê qeyûm Cuneyt Epcîm, di vê hilbijartinê de jî weke namzetê xwe diyar kiriye.

Em ji bo şopandina kelecana hilbijartinê ji Wanê derbasî Colemêrgê bûn. Hema bi reşika mexrebê re em ji Wanê derketin. Li noqteya kontrolê ya destpêkê leşkeran em rawestandin û em hemû yek bi yek ji wesayîtê pêya kirin û di lêgerînê re derbas kirin. Her wiha rêwiyên ku walêzên wan hebûn, walêzên wan bi wan dan valakirin. Dema em li wesayîtê siwar bûn, min xwest vê serbihûriyê di lênûska xwe de weke nîşe binivîsim. Lê rêwiyekî ez hişyar kirim û nehişt ku ez nîşe bigirim.

Min jî sedema wê mereq kir û jê pirsî. Rêwî serê xwe da ber guhê min û bi dengekî nizm ev bersiv da min: “Diyar e tu hê nû têyî Colemêrgê. Birayê min, polîsan jî dixin wesayîtê. Dev jê berde nîşeyan negire. Hê gelek noqteyên bi vî rengî hene.” Bi rastî jî weke ku rêwî gotî derket û heta em gihiştin Colemêrgê, em çend carên din jî hatin rawestandin û nasnameyên me di GBT’ê de derbas kirin. Piştî ku em ji noqteya kontrolê ya Depînê derbas bûn, ew rêwiyê ku ez hişyar kiribûm, li min vegerî û wiha got: “Êdî niha tu serbest î. Noqteyên wan bi dawî bûn. Tu çi dixwazî binivîsîne.”

Colemêrgî neçûne mitînga Erdogan

Di vê navberê de beriya çûyîna min bi çend saetan, serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî li Colemêrgê bû. Di rê de em rastî konvoya kesên ku Erdogan ji bo mîtînga xwe anîbûn Colemêrgê jî hatin. Min otobusên ku di konvayê de cih digirtin yeko yeko heta 49’an jimart û ji vê hejmarê şûnde çavên min westiyan û min jî dev ji jimartinê berda. Roja din serê sibehê dema min xwe berda sûka Colemêrgê, hê jî nîşaneyên hatina Erdogan li bajêr xuya bûn. Hemû kolanên sûkê bi alên tirk û AKP’ê hatibûn xemilandin.

Min jî xwe li xêşimiyê danî û ji çend kesan sedema daliqandina alan pirsî. Yekî temen mezin bersiveke ku tam min heq kiribû da min û ev tişt anî ziman: “Ma tu di xewdeyî. Haya te jê tuneye ku duh axa hatibû vir. Ne ew tenê, bi hezaran kes jî bi xwe re anîbûn.” Piştî ku li sûkê geriyam û bertekên colemêrgiyan ên li hemberî hatina Erdogan dît, min jî maf da berteka apoyê ku ji ber pirsa min xwe xeyîdandî. Bi rastî jî ji bilî karmendên dewletê û xwendekaran, hema bêje tu colemêrgî neçûne mîtînga Erdogan a mobîl.

Tenê naxwazin bên girtin

Dibê qêy colemêrgiyan di nav hev de biryareke hevpar daye. Tu kesê bi min re diaxive, naxwaze navê xwe bide û wêneyê wî/wê bikşînim. Hema hema hemû kesên ku ez pirsa hilbijartinê jê dikim dibêjin ku dê qeyûm û pergala qeyûman têk bibin û dengê xwe bidin HDP’ê. Ez xwe digihînim kesekî dezgehê xwe daniye ber diwarekî û hingiv difiroşe. Ez ji hingivfiroş dipirsim bê ka çima navê xwe nabêjin û nahêlin wêneyên wan bên kişandin. Hingivfiroş qet teka peka nekir û ev pirs ji min kir: “Tu dixwazî em werin girtin. Tu niha pirsin xwe bikî û ji vir biçî. Lê piştî weşandina bersivên me dê bi ser malê me ve  bigirin û em ê binçav bikin.”

Hê vê nîqaşa di navberê min û hingivfiroş de bi dawî nebûbû, min dît kesekî navsere destê xwe da ser milê min û ji min re got brako wele me binçav dikin û wiha pê de çû: “Em ji binçavkirina xwe ditirsin. Tenê ji bo zimanê me mabe em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Encamên Colemêrgê wekî her hilbijartinê beriya hilbijartinê diyar dibin. Ew jî vê yekê dizanin. Ji ber vê yekê gelek bi ser me ve tên. Hûn jî ji me fêm bikin.” Ev kes ku ew jî wekî yên beriya xwe naxwaze navê xwe bide diyar dike ku 9 zarokên wî dixwînin û rojên gelek zor û zehmet derbas dike.

Piştî ku kes li sukê navê xwe neda û nehiştin ez wêneyên wan bikişînim, min jî berê xwe da buroya HDP’ê ya li tenîşta bazara xwarik a ku hemû sacên li serê ji zengê sor dikin. Buro qerebalix e û coşeke mezin lê heye. Her dû namzetên hevşaredariyê Cîhan Karaman û Seher Kadîroglû Ataş jî li buroyê ne. Piştî xêrhatin û danasînê namzet Cîhan Karaman ji min re got ku ew ê biçin taxan û xwest xatirê xwe ji min bixwaze. Min pêşiya xatirxwestina Karaman girt û pê re derketim taxa Yenîmahaleyê ku Çiyayê Simbil jê ve xweş diyar e.

Xwe bi qurbana doza xwe dikin

Berî ku em derkevin taxê li kolana Cûmhûriyetê Karaman rastî eleqeyeke zêde ya esnafan hat. Herkes silav didê û bi destê wî digire û dibêje, ‘Tu çawanî başqan im’. Piştî vê yekê em bi kaş û kendalan ve kişiyan jora taxê û mal bi mal geriyan. Li taxê kesên ku dengê muzika wesayîta HDP’ê dibihîzin derdikevin pace û şaneşînin malên xwe û bi nîşaneya serkeftinê silav didin Karaman. Li malekê dayikek me bi kadesorkan pêşwazî kir û kadesorkan îkramê me kir. Dayikê bi îkramê re dibêje, ‘hema hûn bixebitin û em ê xwe bi qurbana we bikin’.

Piştî îkrama kadesorkan li taxê dayikek temen mezin ku xweliya sobeyê diavêt sergoyê, li ber derê mala xwe rastî me hat. Bi dîtina me re dayikê bi kelecaneke mezin xêrhatine me kir. Dayik bi vê kelecana xwe re diaxive û dibêje, ‘hûn bi xêr hatine, ser serê min re hatine’. Paşê destê xwe berjor kir dest duayan kir, bi diayên xwe re van gotinan jî kir: “Rebî tu alîkarî wan bî rebî. Rebî ti min bi qurbana wan bikî û wan bi ser bixî.”

Dê di sindoqê de bersiv bidin

Piştî vê ger û geşta xwe ya nav bajêr, di dawiya rojê de bi her dû namzetan re hatim gel hev. Namzet Seher Kadîroglû Ataş di sala 2012’an de dibe memur û di sala 2017’an de jî tê îxrackirin. Ekolojîst e û di avakirina gelek saziyên sivîl ên ekolojiye û jinê de cih girtiye û cara yekemîne dikeve siyasetê. Ataş diyar kir ku din av rojê de piranî sazî û rêxistinên sivîl ziyaret dikin û di saetên şevê de jî diçin serdana malan û wiha got: “Gelê colemêrgê me hembiz dike û ji niha ve bi çavên hevşaredaran li me dinêre.”

Ataş bal kişand ser polîtîkayên ku ji aliyê AKP’ê ve li dijî Colemêrgê tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Li dijî Colemêrgê polîtîkayên taybet tên meşandin. Bi awayekî awarte nêzî me dibin û bi armanca ku gel bitirsînin hejmareke zêde polîs me dişopînin. Dem deman leşkeran jî dadixînin sûkê û rewşeke awarte ava dikin. Lê van hemû hewldanên wan pere nakin û gelê Colemêrgê dema em serdana wan dikin ji me re dibêjin ku ew ne li dijî partiya xwe ne. Em ê di sindoqê de bersiv herî xurt bidin wan.”

Ataş destnîşan kir ku li Colemêrgê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka nehatina avê ye û got ku dema bên ser kar dê destpêkê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ataş di berdewamê de bal kişand ser nîqaşên di nav teşkîlata AKP’ê ya bajêr de û wiha pê de çû: “Gelek kesan li Colemêrgê ji bo namzetiyê serî li AKP’ê dabû. AKP van yekî jî layîqê Colemêrgê nedît û qeyûmê ku ne ji Colemêrgê ye kir namzet. Heke fêm kiribin bi vê yekê AKP’ê qeyûm tayînî wan jî kiriye. Qeyûm ne bajarê Colemêrgê ne jî çanda Colemêrgê nas nake. Ji ber vê sedemê wek dîlekî xebat dimeşîne. Em dizanin ku bê dilê xwe bûye namzet û namzetiya xwe qebûl nake. Di serdanên xwe yên gel de jî vê yekê tîne ziman û dibêje ku ji mecbûrî bûye namzet. Ji ber vê yekê cihê ku diçê qet dev navêje me.”

‘Tişta herî baş dikin dizî ye’

Namzet Cîhan Karaman jî ku 15 salan di şaredariyê de xebitiye. Karaman di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li Colemêrgê ew û dewletê li hemberî hev di pêşbirkê de ne û wiha got: “Keya, leşker, polis û endamên MÎT’ê tev bi hev re li hemberî me ji qeyûm re dixebitin. Lê ew çi jî bikin em ê roja 31’ê Adarê wan bişînin Enqereyê û AKP’î jî di nav de gelê Colemêrgê ji qeyyûm rizgar bikin.” Karaman got ku tiştekî li tu dera cihanê nehatiye kirin li Colemêrgê hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “ TEDAŞ’ê saetên ceryanê ji malan derxistiye û bi dîrekan ve kiriye. Bi vê yekê gelê Colemêrgê wek diz dihesibînin.”

Karaman destnîşan kir ku TEDAŞ bi qeyyûm re vê yekê kiriye û got ku li gel ku dizê mezin ew in, gelê me diz dihesibînin, 17 sal in desthilatdar in tişta ku herî baş dikin dizî ye. Karaman herî dawî got ku dê ji bo Colemêrgê  aboriya alternatîf li pêş bixin û ji bo xurtkirina sewalkarî û çandiniyê kooperatîfan vekin û ev bang li colemêrgiyan kir: “Li Colemêrgê di 24’ê Hezîranê de 28 hezar kes neçûn ser sindoqê. Em bang dikin ku gelê me biçe ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar